Rûspiyên eşîran: Em ê piştgiriya QSD`ê bikin

Rûspiyên eşîrên navçeya Dirbêsiyê piştgiriya xwe ji QSD`ê re nîşan dan û gotin: "QSD'ê hêza tekane ye ku cîhan ji hovîtiya DAIŞ`ê rizgar kir û ewlehî misoger kir." Rûspiyan destnîşan kirin ku êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi erêkirina Rûsyayê pêk tên.

Rûspiyên eşîran: Em ê piştgiriya QSD`ê bikin
22 kanûn, 2020   07:47
HESEKÊ-OLVA HEC MENSÛR

Ji beriya mehekê ve artêşa Tirk û çeteyên wê yên bi navê "Artêşa Niştimanî ya Sûrî" bê navber êrişî Eyn Îsayê dikin. Di demên dawîn de êriş zêdetir bûne, çete hewl didin bi pêş de biçin û bêserûber navçeyê topbaran dikin.

Rûspiyên eşîrên navçeya Dirbêsiyê piştgiriya xwe ji QSD`ê re nîşan dan û gotin ku ew ê li dijî êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilê Sûriyê bisekinin.

ꞌÊRIŞ BI ERÊKIRINA RÛSYAYÊ PÊK TÊNꞌ

Ji rûspiyên eşîra Omeriyan, Cemal Hec Mensûr êrişên artêşa Tirk ên li dijî Eyn Îsayê şermezar kirin û got:"Çi ji gelê li Eyn Îsayê dixwazin?"

Hec Mensûr destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê bi erêkirina Rûsyayê pêk tên û QSD`ê bersiva van êrişan didin.

Cemal Hec Mensûr bang li dewletên cîhanê û aliyên peywendîdar ên NY`yê kirin  ku li dijî êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin.

ꞌÊRIŞ LI SER EYN ÎSAYÊ KOMPLOYEKEꞌ

Rûspiyekî eşîra Badînan Elî Ebas îşaret bi êrişên li dijî Eyn Îsayê kir û wiha got:"Êrişên li dijî navçeya Eyn Îsayê komployeke ji aliyê hêzên Rûsya û hikumeta Şamê û dewleta Tirk ve pêk tê, armanc ji vê komployê zextê li QSD`ê bikin ji bo ku tawîzan bide."

ꞌEM BI QSD'Ê RE NE'

Ebas destnîşan kir ku ew êrişên li dijî Eyn Îsayê qebûl nakin, ji ber ku ew jî beşek ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne û dê piştgiriya QSD`ê bikin. Elî Ebas anî ziman ku yekane hêza ku piraniya herêman ji çeteyên DAIŞ`ê yên tororîst rizgar kirine, QSD`ê ye û bê berdêl aramî misoger kir.

ꞌ XÊR Û BÊRA WELAT DIZÎNꞌ

Rûspiyekî eşîra Omeriyan Mihemed Reşad Hec Xelîl êrişên artêşa Tirk ên li dijî Eyn Îsayê şermezar kirin û wiha got: "Em wekî rûspiyên eşîran parçekirina xaka Sûriyê red dikin û em ji bo parastina yekitiya xaka Sûriyê têdikoşin."

Hec Xelîl diyar kir ku ew piştgiriya QSD'ê dikin û wiha domand:"Em ê piştgiriya hêzên xwe bikin, da ku xaka xwe ya ku ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin rizgar bikin, ji ber ku em xwediyê vê xakê ne."

Hec Xelîl di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku armanca artêşa Tirk û çeteyên wê ew e ku xêr û bêra welat talan bikin û got "Em ê li kêleka QSD`ê şer bikin û parastina xak û zarokên xwe bikin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qcXRikjY344" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>