'Ne ji PKK'ê bûya Başûr nedibû xwedî statû'

Şêniyan gotin ku ne ji têkoşîna PKK`ê bûya, Başûrê Kurdistanê nedibû xwedî hikumekî federal. Şêniyan bang li PDK`ê kir ku astengiyan li pêşiya gelê Kurd dernexîne.

'Ne ji PKK'ê bûya Başûr nedibû xwedî statû'
22 kanûn, 2020   02:36
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dijminahiya xwe ya li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê û Rêveberiya Xweser a Rojava didomîne.

Di 13`ê Kanûnê de PDK`ê êrişî gerîlayên HPG`ê kir û di encamê de 3 gerîla birîndar bûn.

Hemwextî van kiryaran, PDK`ê hêzên xwe li ser sînorê bi Rojava re, nexasim li hemberî herêma Dêrikê bi cih dike. Dîsan jî daxuyaniyên dijminane li dijî Rêveberiya Xweser dide, tawanên bêbingeh li YPG`ê dike û zextê li koalîsyona navneteweyî dike, da ku alîkariyê ji ser QSD`ê qut bike.

Tevî bangên gel û partiyên siyasî yên li PDK`ê ku dev ji siyaseta xwe ya dijbertiya doza kurdî berde, lê PDK`ê di siyaseta xwe de bi israr e û hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk a dagirker re li hemberî kurdan didomîne.

Têkildarî mijarê şêniyê bi navê Nîzam Hisên nerazîbûn nîşanî siyaseta PDK`ê da û wiha got: "Tevî ku PDK`ê planên Tirkiyê dizane, lê dîsa jî hevkariya xwe bi dewleta Tirk re didomîne da ku desthilata xwe ya li Başûrê Kurdistanê biparêze."

Hisên destsnîşan kir ku dîroka PDK`ê bi siyaseta dijminatiya doza kurdî dagirtîye û bal kişand ser têkoşîna PKK`ê û keysbaziya PDK`ê ji vê têkoşînê re û wiha pê de çû: "Îro PDK`ê êrişî kesên ku xaka Kurdistanê ji terorê diparêzin, dike.Ne ji PKK`ê bûya Başûrê Kurdistanê ne dibû xwedî stastû û rêveberiyeke federal."

Şêniyê bi navê bi navê Îbrahîm Xelo hişyarî ji siyasetên PDK`ê kir û destnîşan kir ku dibe siyaseta wê bandoreke neynî li kurdan bike û wan wekî beriya sedên salan paşve vegerîne.

 Şêniyê bi navê Waqid Mihemed bang li PDK’ê kir ku dûrî dewleta Tirk bikeve û got: "Dewleta Tirk dijminê kurdan e."

(eh)

ANHA