'Divê piştevaniya berxwedêrên di girtîgehên Tirkiyê de bê kirin'

Endama Koordînasyona Kongreya Star a kantona Hesekê Bêrîvan Îsmaîl diyar kir ku tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan tecrîda li dijî tevahî gelan, bi taybet li dijî jinan e. Bêrîvan Îsamîl bang li tevahî jinan kir ku piştgiriya berxwedana têkoşerên di girtîgehên dewleta Tirk de bikin.

'Divê piştevaniya berxwedêrên di girtîgehên Tirkiyê de bê kirin'
22 kanûn, 2020   06:32
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Koordînasyona Komeleya Jinên Kurdistan (KJK) di 27’ê Mijdara borî de dest bi pêngava bi diruşma"Li dijî qirkirina jinê dema parastina civakê û jinên azad e" kir. Armanca pêngavê tecrîda li dijî rêber Ocalan bi dawî bike, azadiya wî û azadiya jinan û tevahî gelan pêk bîne.

Di 16’ê vê mehê de, koordînasyê KJK'ê  bang li gel û jinan kir ku xwedî li berxwedêrên zindanan derkevin û bi xurtî tevlî pêngavên azadiyê bibin.

Endama Koordînasyona Kongreya Star a  kantona Hesekê Bêrîvan Îsmaîl destnîşan kir ku tecrîda li dijî rêber Ocalan, tecîrda li dijî tevahî gelên têkoşer û azadîxwazan e.

Bêrîvan Îsmaîl da zanîn ku tecrîd bi taybet li dijî jinan e, ji ber ku azadiya rêber Abdullah Ocalan azadiya jinan û fikira wan e.

 Pêngava greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta Tirk de, mîna serhildana jin û gelê Kurd ên ku parastina dîrok, çand, rûmet û azadiyê dikin

 ‘DIVÊ HER KES PIŞTEVANIYA BERXWEDANA GIRTÎGEHAN BIKIN’

Bêrîvan Îsmaîl eşkere kir ku azadiya rêber Ocalan azadiya tevahî civakê. ji ber bingeha civakê, malbata demokrat, ferdê azad û jina azad e.

Bêrîvan Îsmaîl bang li tevahî jinên cîhanê kir ku xwedî li berxwedana têkoşerên di girtîgehên Tirkiyê derkevin û wiha pê de çû: "Azadiya rêber Abdullah Ocalan, azadiya tevahî jinan û pêkhateyên bi hev re li gorî rêgezên neteweya demokrat dijîn."

Çalakiya greva birçîbûnê yên girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta Tirk de, ji bo bidawîkirina tecrîda li dijî rêber Ocalan û bidawîkirina sûcên desthilatên Tirk li hundirê girtîgehan, berdewam e.

(fr)

ANHA