​​​​​​​Hêzên dagirker êrişên xwe yên li ser Eyn Îsayê zêde kirin

​​​​​​​Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li gundê Mişêrfê û rêya M4 zêde kirine. Li herêmê şerekî giran rû dide.

​​​​​​​Hêzên dagirker êrişên xwe yên li ser Eyn Îsayê zêde kirin
21 kanûn, 2020   21:10
EYN ÎSA

Ji zêdetirî saetekê ve, artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe yên bi çekên giran li gundên Mişêrfê û Cehbet ên yên rojhilatê navenda navçeya Eyn Îsayê zêde kirin.

Şervanên QSD'ê di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrişan didin.

Komên çete ku nikarin bi pêşde biçin, bi çekên giran êrişî her du gundan dikin.

Topbaran heya niha berdewam e.

ANHA