​​​​​​​Ji rêxistinên siyasî daxuyanî: Eyn Îsa pîvaneke nîştimanî ya Sûriyê ye

Komeleya Sûriyan a Demokrat a Laîk li Siwêda û Desteya Koordînasyona Nîştimanî berxwedana QSD’ê li Eyn Îsayê silav kir. Komeleyê destnîşan kir ku hikumeta Şamê û Rûsyayê fişarê bi rêya êrişên dewleta Tirk pêk tînin. Desteya Koordînasyonê jî diyar kir ku Eyn Îsa nûnertiya ezmûneke nîştimanî ya Sûriyê ye.

​​​​​​​Ji rêxistinên siyasî daxuyanî: Eyn Îsa pîvaneke nîştimanî ya Sûriyê ye
21 kanûn, 2020   21:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeleya Sûriyan a Demokrat a Ilmanî li Siwêdayê û Desteya Koordînasyona Nîştimanî-Tevgera Guhartina Demokrat daxuyanî der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Eyn Îsayê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê da.

Komeleya Sûriyan a Demokrat a Ilmanî di daxuyaniyê de wiha got: "Ne ji berjewendiya Rûsya û rejîmê ye, dewleta Tirk û çeteyên wê yên îslamî derbasî xakên Sûriyê yên dîtir bike. Ji ber ew ê hêzeke leşkerî, siyasî û erdnîgarî li ser hesabê rejîmê bide dewleta Tirk û çeteyên wê."

Komeleyê diyar kir ku plana Rûsya û rejîmê fişarkirina li dijî QSD’ê bi rêya êrişên dewleta Tirk e, da ku Eyn Îsayê radestî rejîmê bike. Lê heke ev pêk hat, dê heman planê li Qamişlo, Hesekê, Kobanê û Minbicê jî dubare bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de, berxwedana şervanan li dijî dagirkeran silav kir.

EYN ÎSA PÎVANEKE NÎŞTIMANIYA SÛRIYÊ YE

Berdevkê Desteya Koordînasyona Nîştimanî-Tevgera Guhartina Demokrat Dr. Munzir Xedam bi daxuyaniyekê wiha got: "Dewleta Tirk bi rêya çeteyên xwe yên terorîst êrişî xaka Sûriyê dike, armanc jê jî dagirkirin e, ew jî bi rêya alîkariya hin hêzên navneteweyî pêk tê."

Xedam wiha domand: "Ev tişt li Efrîn, bakurê Helebê û gundewarên bakurê Reqayê jî pêk hat û îro jî li Eyn Îsayê pêk tê, her kesê sînorekî ji berjewendiyên dewleta Tirk re li xaka Sûriyê deyne, ew xeyal dike. Dewleta Tirk senaryoya Lîwa Iskenderon dimeşîne."

Xedam wiha bi dawî kir: "Êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî Eyn Îsayê şermezar dikin û berxwedana parêzvanên wê silav dikin. Ji ber Eyn Îsa nûnertiya ezmûneke nîştimanî ya Sûriyê ye."

(fr)