Heyva Sor a Kurdistanê 15 cîhazên hilmijînê ji Rojava re şand

Heyva Sor a Kurdistanê di çarçoveya kampanyaya ji bo Rojava peydakirina cîhazên hilmijîne de wek gava pêşîn 15 cîhazên hilmijînê ji Rojava re şand.

Heyva Sor a Kurdistanê 15 cîhazên hilmijînê ji Rojava re şand
21 kanûn, 2020   21:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê li Rojava, di meha Mijdarê de Heyva Sor a Kurdistanê kampanyayek alîkariyê ji bo peydakirina cîhazên hilmijînê dabû destpêkirin.

Li gorî armanca vê kampanyayê, dê 100 cîhazên hilmijînê bêne peydakirin û ji Rojava re werin şandin.

Heyva Sor wekî gava destpêkê 15 cîhazên hilmijînê ji Rojava re şand.