Li Ezaz û Efrînê di navbera çeteyan de şer rû dide

Li Ezaz û Efrînê yên dagirkirî di navbera komên çeteyên artêşa Tirk a dagirker de şer derket. Li gorî agahiyan gelek çete birîndar bûn.

Li Ezaz û Efrînê di navbera çeteyan de şer rû dide
21 kanûn, 2020   20:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan herêmî dane ANHA'yê, vê êvarê komên çete yên Polîsên Leşkerî û Lîwa Asîfet El-Şemal ên li bajarê Ezazê li ser parvekirina diziyan bi hev ketin.

Çavkaniyan gotin, şer li kolana Bazara Xezbeyan a li naverasta bajêr rû da, her du aliyan çekên navîn û bombeyan destan bi kar anîn.

Li gorî heman çavkaniyan, di şer de kêmanî 5 kes birîndar bûn, di nav de 3 bira hene; Hanî El-Berî, Ehmed El-Berî û Eyhem El-Berî ku endamên çeteyên Lîwaa Asîfet El-Şemal in. Çavkaniyan destnîşan kirin ku birîndar rakirin nexweşxaneyê û rewşa hinekan giran e.

Li gundê Çolaqa ya navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê jî çeteyên Firqet El-Hemzat û Ehrar El-Şam rû da. Çavkaniyan got, ev şer piştî ku çeteyên Hemzat endamekî Ehrar El-Şerqiyê girtin û lêdan derket.

Şer li navçeyê bi awayekî dem dem didome.

(eh)

ANHA