SOHR: Li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de 11 hezar kes bi koronayê ketine

SOHR`ê ragihand ku li herêmên hikumeta Şamê di 72 seatên dawîn de zêdetirî 11 hezar kes bi vîrusa (Covid-19) ketine û 650 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

SOHR: Li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de 11 hezar kes bi koronayê ketine
21 kanûn, 2020   12:31
NAVENDA NÛÇEYAN

SOHR'ê piştrast kir ku bijîşkekî ji hundir herêmên hikumeta Şamê ragihand ku di 72 seatên dawîn de derdora 11 hezar kes bi koronayê ketine û 650 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî daneyên dawîn ên SOHR'ê diyar dibe ku li herêmên hikumeta Şamê 109 hezar kes bi koronayê ketine, ji wan 41 hezar baş bûne û 7 hezar û 150 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Ji aliyekî din ve jî li gorî daneyên cîhanî yên pêketiyên koronayê ku Reutersê ragihandine, li cîhanê 76 milyon û 413 hezar kes bi koronayê ketine û milyonek û 688 hezar kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

(dm)