PYNK: Bêdengiya navneteweyî û xemsariya hikumeta Şamê hovîtiya dewleta Tirk zêde dikin

PYNK’ê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navçeya Eyn Îsa û gundên derdorê wê şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî kir ku bi awayekî pratîk bikeve tevgerê û sînorekî ji çavnebariyên Erdogan li seranserê herêmê û bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re deyne.

PYNK: Bêdengiya navneteweyî û xemsariya hikumeta Şamê hovîtiya dewleta Tirk zêde dikin
21 kanûn, 2020   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) li ser nepêkanîna agirbestê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve daxuyaniyek da û êrişên dawîn ên li ser navçeya Eyn Îsa û gundên derdora wê şermezar kirin.

Sekreterê Partiya Çepgir a Demokratîk li Sûriyê Salih Gedo bi zimanê erebî û sekreterê Partiya Çepgir a Kurdî li Sûriyê Mihemed Mûsa bi zimanê kurdî, li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişloyê daxuyanî xwend.

Salih Gedo bêdengiya navneteweyî û xemsariya hikumeta Şamê rexne kir û diyar kir ku bêdengî û xemsariya aliyên navborî dihêle ku dewleta Tirk êrişên xwe zêdetir bike û projeya xwe ya dagirkeriyê û sûcên li dijî pêkhateyên herêmê dewam bike, ku bi wê yekê dixwaze rêxistina terorîst (DAIŞ) ji nû ve zindî bike.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Ji destpêka Mijdara borî ve, artêşa Tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayî wê bi çekên giran êrişî navçeya Eyn Îsa û derdorê wê dikin û hewl didin herêmên nû li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji çeteyên DAIŞ`ê hatine rizgarkirin, dagir bikin.

Dewleta Tirk bi van êrişên xwe lihevkirina agirbestê binpê dike. Ev yek jî pirsên girêdayî çaranûsa lihevkirnên di navbera dewleta Tirk, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Rûsyayê de derdixin pêş. Dewleta Tirk ji destpêkê ve lihevkirin binpê dike. ji ber ku êrişên wê ji destpêka ragihandina agirbestê ve didomin. Ev yek xuya dike ku dewleta Tirk û çeteyên li ser asta lihevkirin û peymanan aliyên pê nayê bawerkirin.

Em baş dizanin ku dewleta Tirk ji van êrişan armanc dike herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike. Ji ber wê divê civaka navneteweyî bi lez bilebite û êrişên dewleta Tirk rawestîne. Ji ber ku daxuyaniyên şermezarkirinê têrê nake. Divê helwestên cidî û bi bandor li hember sûcên dermirovî yên dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî ji kuştin, koçberkirin, kuştin, guhertina demografîk û qirkirina etnîk bên nîşandan.

Bêdengiya navneweteyî û neberpirsiya hikumeta Şamê, hişt ku dewleta Tirk asta êrişên xwe zêde bike û sûcan li dijî pêkhateyên herêmê pêk bîne. Armanca wê jî diyar e, ew dixwaze careke din DAIŞ`ê vejîne.

Em êrişa nû ya dewleta Tirk a dagirker li dijî bajarokê Eyn Îsayê şermezar dikin, em baweriya xwe bi vîna pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hêzên wê yên leşkerî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) nû dikin. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku bi awayekî cidî bilebitin û rê li pêşiya timayên Erdogan li herêmê bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet, bigirin. Êriş û zêdegaviyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê (DAIŞ û Cebhet El-Nusra) rawestînin.”

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_IJ6keALS6U" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>