Malbatên şehîdan: Hişmendiya PDK`ê bandoreke neyînî li doza kurdî dike

Malbatên şehîdan diyar kir ku heke PDK li hemberî gelê Kurd heman hişmendiya dewleta Tirk bide meşandin, dê bandoreke neyînî li doza kurdî bike.

Malbatên şehîdan: Hişmendiya PDK`ê bandoreke neyînî li doza kurdî dike
21 kanûn, 2020   07:32
KOBANÊ

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Arif Balî siyaseta PDK`ê ya li dijî xeta berxwedanê û hewldana têkbirina destkeftiyên gelê Kurd rexne kir. Arif Balî got PDK hevalbendê dijminê gelê Kurd e.

/ar/uploads/files/2020/12/21/065409_aarf-baly.webp

Balî bang li PDK`ê kir ku dev ji vê siyasetê berde û li gel vegere da ku şoreşa wan bi ser bikeve û bi hev re Kurdistanê ava bikin.

Balî destnîşan kir ku berdewamkirina PDK`ê ji vê siyasetê re dê bandoreke neyînî li şoreşa Rojava, destkeftî û azadiya gelê Kurd bike û got: "Divê em piştgiriya gelê xwe bikin, da ku bikarin çarenûsa xwe diyar bikin."

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Malbatên Şehîdan şaxê herêma Firatê Izet Hemo jî got: "Siyaseta PDK`ê ku li dijî Kurdistanê dimeşîne, heman siyaseta dijmin e. Ji ber ku her gelê Kurd li Kurdistanê destkeftiyan bi dest dixin, PDK'ê astengiyan li rêya şoreşa gelê Kurd datîne, lewra ev hişmendiya dewleta Tirk bi xwe ye."

/ar/uploads/files/2020/12/21/065504_unnamed.webp

Hemo destnîşan kir ku PDK li ser hesabê gelê Şengalê peyman mohr kir da ku bi desteka dewleta Tirk Rêveberiya Xweser a Şengalê têk bibe û destnîşan kir ku ev yek dema dewleta Tirk êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dikir, eşkere dibû. Hemo bi bîr xist ku dema dewleta Tirk bi bin ket, xwest ku armancên xwe bi rêya PDK`ê pêk bîne.

 (eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/R8VWtIa4_7A" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>