‘Tişta ku herî zêde bal dikişand, nêrîna wî ya li ser yekitiya gelan bû’

Şêniyên ku bi rêber Ocalan re rûniştine gotin:"Nêrînên rêber Ocalan yên ku herî zêde bal dikişandin fikirên wî yên li ser yekitiya gelan û rakirina zordariyê li ser tevahî gelên blindest bûn."

‘Tişta ku herî zêde bal dikişand, nêrîna wî ya li ser yekitiya gelan bû’
21 kanûn, 2020   02:24
NAVENDA NÛÇEYAN-HÊLÎN ABDULLAH-NÎHAD KERIO

Şêniyên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser hûrgiliyên hevdîtina bi rêber Ocalan re dema li Sûriyê bû û bandor li pey xwe hiştiye, axivîn.

 ‘FIKIRÊN RÊBERTÎ YÊN LI SER YEKITIYÊ, BANDOREKE MEZIN LI MIN KIRIN’

/kr/uploads/files/2020/12/21/074833_-.webp

Şêniyê bi navê Osman ê ji Kobanê ku rêber Ocalan di 1982’yan de dîtiye wiha got: "Dema min cara yekemîn rêber Abdullah Ocalan dîtiye û guhdarî axaftina wî kiriye, min got ev fîlzofekî mezin e. Axaftina rêbertî yên dagirtî ez teşwîq kirim. Digot; divê Kurd bibin yek, da ku zilma ji hêla dewletên destpot di serî de jî dewleta Tirk ve li ser wan e têk bibin. Fikirên rêbertî yên li ser yekitiyê bandoreke mezin li ser min çêkirin, ji wê rojê ve jî bi axaftina wî ve pir girêdayî me. Axaftina rêbertî li ser rakirina zordariyên li ser tevahî gelên bindest ên ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, tunekirina civakan, di serî de jî gelê Kurd, bû."

Osman wiha domand: "Dema em dibêjin rêberê Abdullah Ocalan, flîzof e, ne ku em dinepixînin, ji ber ew fîlozofekî rastîn e. Ji dema cara yekemîn min rêbertî dîtiye de, ji me re got; divê hûn li jinê nenêrin ku ew xizmetkarê malê ye, lê belê divê hûn bi çavekî ku ew nîva civakê ye lê binêrin. Dev ji zihniyeta serdest berdin û xwe zana bikin. Ji ber ew rêya yekane ya yekitiya gelan û sekna li hember dewletên despot e."

 ‘TEVGERÊN RÊBERTÎ DESTNÎŞAN DIKIRIN KU EW RÊBEREKÎ MEZIN E’

/kr/uploads/files/2020/12/21/074854_-.webp

Li aliyekî din jî Hecî Mehmûd got "Dema min hevalên nexweş ên li kampa perwerdê ya li Şamê dibirin nexweşxaneyê, ji ber min erdîngariya herêmê dizanî, bi rêber Ocalan re civiyam. Wê demê min ji tevgerên wî nas kir ku ew rêberekî mezin e. Hemû liv û tevgerên wî taybetmendiyên rêberan bûn, tevgerên wî, rêbazên wî yên parvekirina nêrînên xwe ji hevalên xwe re nîşaneyên kesên rêber bûn."

Hecî Mehmûd destnîşan kir ku rêber Ocalan tevahî hûrgiliyên girêdayî zilma li dijî gelan lêkolîn dikirin, da ku dahûrîne û bigihîne çareyekê û wiha got: "Mînak her tim pirs dikir ku çima gelê Kurd heta niha hatiye tunekirin? Çima ew ji mafên xwe bê par e? Piştî fikirîna rêbertî, ew gihaşt gelek çareyan û di pirtûkên xwe de nivîsandin, da ku gel di rêya aştiyê de tev bigere."

Mehmûd bang li her kesî kir ku fikirên rêbertî binasin, da ku li ser rêya azadiyê bimeşin û xwe ji destpotiya rejîmên faşîst rizgar bikin û got, fikirên rêbertî bi armanca aştiyê ne.

Her wiha welatiyê Qamişlo Kêfo Osman jî di 1991 û 1992’yan de li Akamdemiya Mahsum Korkamaz  a Lubnanê rêber Ocalan dît. Osman di destpêkê de li ser kesayeta rêbertî got: "Kesayeta rêber Ocalan pir dilnizm bû, rêz ji mezinan re digirt, dema ew didîtin kêfxweş dibû û ji zarokan pir hez dikir."

Di bîraweriya Osman de gelek analîzên ku rêber Ocalan bi bîr xistine hene û wiha piştrast kir: "Tevahî analîzên rêbertî pêk hatin."

Li gorî Osman, rêber Ocalan di jiyana xwe ya rojane, xebat û dayîna planên pêşerojê de rêxistinkirî bû û wiha got: "Beriya ku ez PKK’ê û rêber Ocalan nas bikim, jiyana min bi awayekî rûtînî û nerêxistinkirî dimeşî. Lê piştî dîtina rêbertî û bi saya felsefeya wî, me xwe ji nû ve ava kir."

 ‘GOTINÊN NAYÊN JIBÎRKIRIN’

/kr/uploads/files/2020/12/21/074910_-.webp

Kêfo Osman fikira rêbertî bi nan û av ji gelê Kurd re wesifand û wiha got: "Rêbertî ji gelê xwe re mîna nan û avê ye, çawa bê av û nan jiyan nabe, bê fikir û felsefeya rêbertî jî ne pêkan e."

Mihemed Nezîr Remo ji taxa Enteriyê ya Qamişlo, di 1991 û 1994’an de bi rêber Ocalan re li Akademiya Mahsum Korkamaz  rûniştiye.

Remo wiha da zanîn: "Min cara yekemîn rêbertî li Akamdeya Mesûm Korkmaz dît. Wê demê rêbertî bi şevê civînek ji me re der barê siyasetên navneweteyî yên li dijî Kurdan û têkiliyên wan bi Sûriyê re li dar xist."

/kr/uploads/files/2020/12/21/074957_-.webp

Remo hin axaftinên di navbera wan û rêbertî de bi bîr xistin: "Rêbertî li ser têkoşîna xwe û hevrêyên xwe axivî û me hin pirs di derbarê çarenûsa Kurdan de kirin, bi taybet li Tirkiyê û derfeta pêkanîna aştiyê di navbera Kurd û Tirkiyê de."

Remo destnîşan kir rêbertî wê demê piştrast kir ku partî û rêveberên niha  bi kurdan re nacivin, ji ber ku wek bingeh nabînin. Lê yên ku bi kurdan re bicivin, dê partiyekî nû û demokrat be.

Mihemed Nezîr Remo di dawiyê de got ku tecrîda li dijî rêber Ocalan, ne tenê li dijî şexsê wî ye, lê belê li dijî fikira wî ye jî.

(fr)

ANHA