Ciwanên PYD' yên Lubnanê êrişên dewleta Tirk şeremzar kirin

​​​​​​​Ciwanên Partiya Yekitiya Demokatîk (PYD) li paytexa Lubnan Beyrûtê, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şeremzar kirin û banga rêgirtina li ber şerekî navxweyî li Başûrê Kurdistanê kir.

Ciwanên PYD' yên Lubnanê êrişên dewleta Tirk şeremzar kirin
20 kanûn, 2020   20:15
BEYRÛT

Bi dehan ciwanên PYD'ê ên li paytexa Lubnan Beyrûtê li hev civiyan û bi daxuyaniyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya Rûsyayê şeremzar kirin.

Endamê rêveber ê Nivîsgeha Ciwanên PYD'ê Cemîl Yûsif axivî, bang li tevahî ciwanan kir ku li hemberî êrişên dewleta Tirk beşdarî refên QSD'ê bibin û asta têkoşînê bilind bikin. Her wiha bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku rê li ber şerekî birakujiyê bigire.

Bi navê ciwanên PYD'ê yên Lubnanê, Elî Mistefa daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya Rûsya ya li hemberî van êrişan hatin şermezarkirin û hate gotin ku hebûna baregehên Rûsya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê fêde ye.

Her wiha bang li ciwanên li Kurdistanê û derveyî wê kirin ku asta têkoşînê bilind bikin, destekê bidin hêzên parêzvaênn herêmê.

ANHA