Balafirên bê mirov li herêma Terhîn a Babê dan

Hate ragihandin ku balafirên bê mirov ên bi çek li devgera safîkirina petrolê ya herêma Terhîn a gundewarê Babê ya dagirkirî xistin.

Balafirên bê mirov li herêma Terhîn a Babê dan
20 kanûn, 2020   18:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku li herêma Terhîn a 18 km dikeve rojhilatê gundê Til Betal ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagirkirine, li pey hev teqîn rû dan. Çavkaniyan gotin, balafirên bê mirov ên biçek li devera safîkirina peterolê ya li herêmê dan.

Her wiha destnîşan kirin ku ji ber teqînê ziyanên madî  çêbûn û şewat derket. Têkildarî ziyanên mirovî heya niha agahî nehatin bidestxistin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), diyar kiribû ku di êrişa bi moşekên hêzên Rûsya yên ji navenda Himêmîm de ya li ser devera safîkirina petrolê ya li gundê Kûsa yê nêzî Cerablusê de ku 23'ê Cotmeha borî pêk hatibû, 7 kes hatin kuştin.

SOHR, di dawiya sala 2019'an de, êrişên asîmanî yê Rûsyayê yên li ser deverên safîkiria petrolê yên li Terhrîn, Kûsa, Til Şeîr n gundewarê Cerablus û Babê yên dagirkirî şopandibû. SOHR, diyar kiribû ku êrişên asîmanî bi koordîneya hikumeta Tirkiyê pêk hatibû, ku di encamê de 8 kes hatibûn kuştin.

ANHA