Şehîdê berxwedana Eyn Îsayê Demhat Til Koçer hate oxirkirin

Şêniyên navçeyên Girkê Legê, Til Koçer, Dêrik û Çilaxa yên kantona Qamişloyê cenazeyê şehîd Demhat Til Koçer li goristana şehîdan a navçeya Til Koçerê oxir kir.

Şehîdê berxwedana Eyn Îsayê Demhat Til Koçer hate oxirkirin
Şehîdê berxwedana Eyn Îsayê Demhat Til Koçer hate oxirkirin
Şehîdê berxwedana Eyn Îsayê Demhat Til Koçer hate oxirkirin
Şehîdê berxwedana Eyn Îsayê Demhat Til Koçer hate oxirkirin
Şehîdê berxwedana Eyn Îsayê Demhat Til Koçer hate oxirkirin
20 kanûn, 2020   13:33
QAMIŞLO

Îro bi sedan şêniyên herêmê û şervanên QSD`ê beşdarî oxirkirina cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokatîk Mûrad Elî (Dehmat Til Koçer) bûn ku 18`ê mehê di bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser navçeya Eyn Îsa de şehîd bûbû.

Şêniyan cenazeyê şehîd Demhat Til Koçer li pêşiya goristana şehîdan a Til Koçerê pêşwazî kir û li goristanê merasîma oxirkirinê bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên Hêzên Erka Xweparastinê ve dest pê kir.

Piştre ji fermandarên QSD`ê Mihyedîn Xêrikî wiha axivî: “Her kes dizane ku ji destpêka şoreşê ve, komên bi navên cuda wekî çeteyên DAIŞ`ê, Cebhet Nusra, Artêşa Azad êrişî herêmê dikin û komkujiyan pêk tînin. Navçeya Til Koçerê jî para xwe ji êrişan girt. Em fedakariyên hemû pêkhateyên Til Koçerê ji bîr nakin ku di oxira parastina xaka û gelê xwe de bi dehan ciwanên xwe dan.”

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Sirûr Şetî jî got: “Şehîd Demhat Til Koçer li Eyn Îsayê destaneke dîrokî nivîsand û hevalên wî hîna li hemberî dijmin li ber xwe didin.”

Şetî sersaxî ji malbata şehîd Demhat re xwest û diyar kir ku malbatên şehîdan nûnertiya demokrasiyê dikin.

Piştî ku axaftin bi dawî bûn, wesîqeya şehîd Demhat Til Koçer hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Piştre cenazeyê şehîd Demhat li goristana şehîdan a Til Koçerê di nava tilîliyên dayikan û dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re, hate veşartin.

(cx)

ANHA