‘Dewleta Tirk çeteyan bi erebeyên sivîl tîne Rojava’

Çavkaniyên taybet ji ANHA`yê re ragihand ku dewleta Tirk a dagirker çete û berpirsên wan bi erebeyên sivîl di rêya leşkerî ya girêdayî artêşa Tirk a dagirker a li xaka Bakurê Kurdistanê li hemberî sînor re, dibe herêmên Zirgan, Til Temir û Serêkaniyê.

‘Dewleta Tirk çeteyan bi erebeyên sivîl tîne Rojava’
20 kanûn, 2020   13:56
HESEKÊ

Li herêmên sînorî yên di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de bi rêya birêkirina erebeyên sivîl di rêya leşkerî re û bi taybetî li nêzî navçeya Dirbêsiyê û herêmên dagirkirî, tevgerên biguman ên dagirkeriya Tirk hene.

Şêniyên gundên sînorî ji ANHA`yê re daxuyand ku ji beriya demekê ve dewleta Tirk rêya leşkerî ya li xaka Tirkiyê qîr dike, her wiha diyar kir ku piştî vê yekê li ser rê tevgereke zêde ya erebeyên sivîl ku tê de leşker hebûn, çêbû.

Çavkaniyekî taybet ji ANHA`yê re piştrast kir ku bi wan erebeyan çeteyên dewleta Tirk ji herêmên Zirgan, Serêkaniyê û Til Temirê re tên veguhastin.

Çavkanî bi bîr xist ku çeteyên dewleta Tirk balafirgeha Qoserê ya Mêrdînê ji bo gihaştina herêma sînorî bi kar tînin, piştre berê xwe didin aliyê sînorî yê hemberî navçeya Dirbêsiyê, piştre di rêya leşkerî re bi rê dikevin ku ev yek tevgera wan a dûrî çavên sivîlan hêsan dike.

Di du rojên derbasbûyî de li dirêjahiya herêmên li hemberî rêya di navbera navçeyên Zirgan û Til Temirê yên kantona Hesekê de, sewqiyatên leşkerî yên çeteyan pêk hatibûn.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/IrA9hq6qfVU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>