Zelûx Bekir: Kiryarên PDK`ê ji siyasetên ku şoreşên kurdî têk birine ne cuda ye

Zelûx Bekir diyar kir ku kiryarên PDK`ê yên niha li dijî gelê Kurd û hevkariya wê bi dewleta Tirk a dagirker re, ji siyasetên ku şoreşên kurdî têk birine ne cuda ne û destnîşan kir ku ferzkirina tecrîdê li dijî rêber Abdullah Ocalan bi armanca dirêjkirina aloziyên li Rojhilata Navîn pêk tê.

Zelûx Bekir: Kiryarên PDK`ê ji siyasetên ku şoreşên kurdî têk birine ne cuda ye
Zelûx Bekir: Kiryarên PDK`ê ji siyasetên ku şoreşên kurdî têk birine ne cuda ye
Zelûx Bekir: Kiryarên PDK`ê ji siyasetên ku şoreşên kurdî têk birine ne cuda ye
Zelûx Bekir: Kiryarên PDK`ê ji siyasetên ku şoreşên kurdî têk birine ne cuda ye
Zelûx Bekir: Kiryarên PDK`ê ji siyasetên ku şoreşên kurdî têk birine ne cuda ye
20 kanûn, 2020   13:16
ŞHEBA

Kongreya Star li Şehbayê îro ji bo şermezarkirina siyaseta PDK`ê li dijî Hêzên Parastina Gel (HPG) û pêkanîna ajandeyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Kurd, her wiha ji bo piştgirîdayîna greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda girankirî li ser rêber Abdullah Ocalan, meşek organîze kir.

Bi hezaran koçberên ji Efrînê beşdarî meşê bûn û ji çerxerêya bajarokê Babinês li ser rêya di navbera Babinês û navçeya Fafîn a kantona Şehbayê de, dest pê kir. Meş bi dirûşma “Bi ruhê berxwedana girtîngehan, em ê îxanet û faşîzmê têk bibin” hate organîzekirin.

Meşvanan alên Kongreya Star, wêneyên şehîdên HPG`ê û panketên “Soza me ku em rejîma Îmraliyê bişikînin û bi rêber Apo re azad bijîn” û “Azadî ji bo Efrînê û rêber Apo” rakirin.

Meşvanan her wiha dirûşmên şermezarkirina kiryarên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û silavkirina berxwedana çalakvanên greva birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyê, berxwedana gerîlayên HPG`ê li çiyayên Kurdistanê û berxwedana şêniyên Efrînê li Şehbayê, berz kirin.

Meş li qada dibistana ajotinê ya Fafînê veguherî mîtîngê û piştre endama Kongreya Star Zelûx Bekir wiha axivî: “Dîrok şahidiya gelek şoreşên li dijî dagirkeriyê û kiryarên dagirkeran li seranserê Kurdsitanê dike, ji wan şoreşa Qazî Mihemed, Şêx Seîd û gelek şoreşên din. Di heman demê de hin aliyên ku hewl dan destkeftiyên wan şoreşan têk bibin jî derketin.”

Zelûx Bekir destnîşan kir ku “îxaneta” niha PDK bi gelê Kurd re dike û hevkariya wê bi dewleta Tirk a dagirker re, her wiha pêkanîna êrişan li dijî nuqteyên HPG`ê, ji siyasetên ku hewl didin destkeftiyên şoreşên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn têk bibin, ne cuda ne.

Zelûx her wiha diyar kir ku ferzkirina tecrîdê li dijî rêber Abdullah Ocalan bi armanca dirêjkirina aloziyên li Rojhilata Navîn û derxistina pirsgirêkên hundirîn ji derveyî Tirkiyê re, pêk tê. Zelûx wiha domand: “Her kes dizane ku bi derketina rêber Ocalan ji girtîgeha Îmraliyê, dê siyaseta dewleta Tirk bê hilweşandin û ew alozî çareser bibin.”

Zelûx di dawiya axaftina xwe de siyaseta PDK`ê ya li dijî gelê Kurd şermezar kir û bang li PDK`ê kir ku vegere rêya rast û bi pey dewleta Tirk a dagirker nekeve. Her wiha tekez kir ku ew ê piştgiriya hemleya greva birçîbûnê bikin.

Mîtîng bi dirûşmên silavkirina berxwedana girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de bi dawî bû.

(cx)

ANHA