Wezareta Parastinê ya Rûsyayê: Çeteyên El-Nusra 38 êriş dijî herêmên bêçek pêk anîne

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku çeteyên Cebhet El-Nusra 38 êriş dijî “herêmên bêçek” ên li Sûriyê pêk anîn.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê: Çeteyên El-Nusra 38 êriş dijî herêmên bêçek pêk anîne
20 kanûn, 2020   12:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê serokê Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê li Sûriyê ya girêdayî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Vyacheslav Sitnik diyar kir ku çeteyên Cebhet El-Nusra 38 êriş li dijî “herêmên bêçek” ên li Sûriyê pêk anîn.

Vyacheslav Sitnik destnîşan kir ku ji wan êrişan, 21 êriş li parêzgeha Idlibê, 6 êriş li parêzgha Laziqiyê, li Hemayê 5 êriş û parêzgeha Helebê 6 êriş pêk hatine.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî diyar kir ku komên çete cihên hêzên hikumeta Şamê li eniyên çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê topbaran kirin.

(dm)