Rêveberiya Jîngehê li Kobanê dest bi çandina daran kir

Rêveberiya Giştî ya Jîngehê ya Herêma Firatê dest bi çandina zêdetirî hezar darî li Xeta Kesk a bajarê Kobanê kir.

Rêveberiya Jîngehê li Kobanê dest bi çandina daran kir
20 kanûn, 2020   12:41
KOBANÊ

Çandina daran di çavçoveya projeya Rêveberiya Giştî ya Jîngehê ya Herêma Firatê ya ji bo çandina nîv milyon darî de pêk tê.

Xeta Kesk ji Qada Jina Azad heta Qada Şehîd Egîd bi bi dirêjahiya hezar û 45 metre dirêj dibe, her wiha tu avahî tê de tune ne û darên cur bi cur di wê xetê de têne çandin.

/kr/uploads/files/2020/12/20/124258_110006_kobane-28229.webp

Li gorî ku Rêveberiya Giştî ya Jîngehê ragihandiye, tê payîn ku çandina daran di nav Xeta Kesk de di hefteyekê de bi dawî bibe.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/iusWtVelvZM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>