Li Eyn Îsayê ciwan li ser berxwedanê bi israr in

Di dawiya çalakiyên konvedanê de beşdarên çalakiyê li navçeya Eyn Îsayê piştrast kir ku ew ê li ber xwe bidin û li hemberî planên mêtinger ên dewleta Tirk bisekinin.

Li Eyn Îsayê ciwan li ser berxwedanê bi israr in
20 kanûn, 2020   12:15
EYN ÎSA

Di roja 3'yemîn a çalakiya konvedanê de ku Tevgera Ciwanên Şoreşger li navçeya Eyn Îsayêli dar dixe, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên bajarên Tebqa û Reqayê tev li çalakiyê bûn.

Berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarên Tebqa û Reqayê Mehmûd El-Mûsa daxuyanî xwend û piştrast kir ku Tevgera Ciwanên Şoreşger wê li hemberî planên dagirkeran û êrişên hovane bisekinin.

El-Mûsa bang li ciwanên şoreşger kir, ji ber ku bi sekna li pişta Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) dê karibin li hember armancên berfirehkirina dewleta Tirk li ser axa Sûriyê bisekinin.

Çalakiya konvedanê piştî 3 rojan bi dawî bû. Di van 3 rojan de gelek şandeyên ciwanan ji herêmên Kobanê, Minbic, Tebqa û Reqayê tev li çalakiyê bûn.

 (dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/uWEw-rjGw28" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>