KONGRA GEL: PDK`ê Şengal teslîmî hikumeta Iraqê kir

KONGRA GEL bi peyamekê cejna Êzî pîroz kir. Her wiha bal kişand ser metirsiya li ser Şengalê û bang li Kurdistaniyên li welat û li derveyî welat kir ku xwedî li berxwedana Şengalê derkevin.

KONGRA GEL: PDK`ê Şengal teslîmî hikumeta Iraqê kir
20 kanûn, 2020   10:15
NAVENDA NÛÇEYAN 

Hevserokatiya Dîwana KONGRA GEL bi wesîleya Cejna Êzî ya civata Êzidî peyamek weşand û cejn li civata Êzidî û tevahiya gelê Kurdistanê pîroz kir.

Di peyamê de hate gotin, "Em hêvîdar in ku Cejn bibe wesîleya yekîtiya gelê me û xwedîderketina li destketiyên berxwedana Şengalê."

Peyama KONGRA GEL wiha dewam kir:

"Mixabin gelê Êzidî Cejna Êzî di bin şertên pir giran de pêşwazî dike. PDK'ê di sala 2014'an de Şengal teslîmê DAÎŞ'ê kir, vê carê jî teslîmî hikumeta Bexdayê kir. Lê belê gelê Êzidî ji sala 2014'an ve li hemberî hemû planên komkujiyên fîzîkî û siyasî berxwedaneke bi heybet dimeşîne.

Em berxwedana gelê Şengalê bi dil û can pîroz dikin. Bi rastî jî berxwedaneke bi qehremanî û dîrokî ye. Pêwîste gelê me pir baş bizanibe ku bingeha parastina nirxên Şengalê, wê bi berxwedana gelê me çêbibe. Li ser vî esasî jî pêwîste gelê me ji hêza xwe bawer be. Di vê rewşê de pêwîst e Cejn jî bibe wesîleya xwedîderketina destketiyên gelê Şengalê.

Gelê Kurdistanê li welat û derveyî welat pêwîste xwedî li Şengalê derkeve. Di van şert û mercan de şehadeta Mam Beşîr ji bo me û gelê Êzidî windahiyek pir mezin û êşek pir giran bû. Şehadeta Mam Beşîr wesîleya bilindkirina têkoşîna xwedîderketina li Şengalê ye. Em li ser vê bingehê dikarin li hemû şehîdên xwe xwedî derkevin.

Di sala 2014'an de ji Şengalê paşvekişandina peşmergeyên PDK'ê, biryara fermana li ser gelê Êzidî ya 74'emîn bû. Berpirsyarê vê fermanê yekser PDK bû. Niha jî ev tifaqa li Şengalê ya ku bi hikumeta Bexdayê re pêk hatiye, berdewama vê fermanê ye. Dixwazin gelê Şengalê teslîm bigirin, hêvî û baweriya gelê Êzidî têk bibin. Gelê Kurdistanê û gelê Êzidî vê yekê tu carî ne qebûl dike ne jî ji bîr dike.

Gelê Şengalê li hemberî DAÎŞ'ê parastina xwe ya rewa kir. Keç û xortên Êzidî (YBŞ, YJŞ) xwe bi rêxistin kirin û gelê xwe parastin û nehiştin ku fermana 74'emîn li Şengalê tam bigêhêje armanca xwe. Niha jî li hemberî tifaqa PDK'ê û hikumeta Bexdayê gelê xwe diparêzin.

Em careke din Cejna Êzî pîroz dikin û ji gelê Kurdistanê re bang dikin;

Gelê Şengalê niha li hemberî fermana 75'emîn, berxwedaneke dîrokî dimeşîne. Ji vê berxwedanê pîroztir tiştek nîn e. Em bi giştî deyndarên gelê Êzidî ne ku 74 ferman derbaskirin, niha jî li hemberî a 75'emîn li ber xwe didin. Parastina destketiyên Şengalê ji bo me erkekî însanî, neteweyî û exlaqî ye. Pêwîste li welat û li derveyî welat em bi ruhekî serketinê li Şengalê xwedî derkevin û berxwedanê bilind bikin. Li ser vî esasî jî em dikarin bersiva planên dewletên dagirker û hevkarên wan bidin."