Şêniyên Şengalê di roj 19`an de çalakiya xwe didomînin

Çalakiya ku şêniyên Şengalê ji bo piştgiriya asayîşa Êzidxanê dabûn destpêkirin di roja 19`an de didome. Şênî bi selêdana kon piştgiriyê didin çalakvanan.  

Şêniyên Şengalê di roj 19`an de çalakiya xwe didomînin
20 kanûn, 2020   09:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên Şengalê di çarçoveya çalakiyên dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, bi armanca piştgirîdayîna Asayîşa Êzidxanê, li pêşiya avahiya Navenda Asayîşa Şengalê kon vedane. 

Çalakiya ku bi dirûşmeya “Em Hemû Asayîş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 19’an de didome .

Şêniyên Şengalê kom bi kom serdana konê çalakiyê dikin û piştgiriya xwe ya ji bo çalakgeran nîşand didin.

Heta niha xelkê Şengalê bi gelek çalakiyan daxwaza xwe di çerçoveya ku xweseriya Şengalê û îradeya Êzidiyan bê naskirin pêşkêşî hikûmeta Iraqê kirine, lê heta niha ji rayeder û hikûmeta Iraqê bersiveke erênî ne hatiye dayîn.

‘Dixwazin îrada me lawaz bikin’

Endamê Partiya Azadiya Demokratîk a Êzidiyan(PADÊ) Heyder Şengalî têkildarî çalekiya destekdayîna Asayişa Êzidxanê got:”Em wek civaka Êzidî û xelkê Şengalê, di navenda Asayişa Şengalê de bênavber berxwedana xwe didomînin. Heta niha bersivek erênî nedane me. Dixwazin îrada me lawaz bikin. Lê heta dawiyê em ê piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî û hêza xwe ya Asayişê bikin. Ji ber ku asayişa me hebûn û rûmeta Êzidxanê ye. Daxwaza me ji gelê me, berxwedana xwe ya rûmetê, li dijî peymana Bexda û Hewlêrê hîn zêdetir mezin bikin.”