​​​​​​​Panorama hefteyê: Rûsya li Bokemal e, derbeya Amerîka ya li dijî Erdogan

Ji sala 2015'an ve cara yekemîn e ku hêzên Rûsya di çarçoveya hewldanên kontrokirina tevgerên Îranê de dighêjin sînorê Sûriyê-Iraqê, Serokkomarê Tirkiyê ji ber cezayên Amerîka û gefên Ewropayê derbeyeke nû xwar. Li aliyekî din Tirkiyê bi hiştina hêzên xwe heya 18 mehên din li Lîbyayê cîhanê şantaj dike.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Rûsya li Bokemal e, derbeya Amerîka ya li dijî Erdogan
20 kanûn, 2020   05:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Pêşbirka rûsî-îranê ya li Sûriyê, cezayên Amerîkayê yên li dijî Tirkiyê, her wiha destwerdana Tirkiyê ya li Lîbyayê mijarên sereke yên rojnameyên erebî yên hefteya borî bûn.

 ‘KOMÊN SER BI RÛSAY VE LI GUNDEWARÊ BOKEMALÊ BI CIH BÛN’

Girêdayî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Komên alîgirên Rûsyayê li gundewarê Bokemal ê parêzgeha Dêrazorê ya rojhilatê Sûriyê bi cih bûn. Ji dema destewrdana yekser a Rûsya li Sûriyê di dawiya 2015`an de, ev cara yekemîn ku hêzên ser bi Rûsya ve li nêzî sînorê Iraqê bi cih dibin.”

Duh, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku “Feyleqa 5`an ku piştgiriya xwe ji Rûsyayê digire, li gelek nuqteyên li ser sînor ên nêzî bajarê Bokemal ê rojhilatê parêzgeha Dêrazorê bi cih bûn.” SOHR`ê her wiha eşkere kir ku hin komên girêdayî Îranê (Tevgera Nuceba, Hizbullah a Iraqê, El-Ebdal) nuqteyên xwe radestî hêzên ser bi Rûsyayê ve kirin, ku ew yek piştî lihevkirina Moskov û Tehranê pêk hat. Çavkaniyan piştrast kir ku hêzên Rûsyayê beriya hefteyekê li navarasta bajarê Bokemal ê di bin serweriya hêzên Îranê de, baregeheke xwe ava kirin.

Di heman derbarê de, wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û hempîşeyên wî yên Sûriyê Feysal Miqada duh li Moskovê, makenîzmayên xurtkirina têkiliyên her du welatan û pêkanîna peymanên berê, nîqaş kirine.

'JI BO ERDOGAN DERBEKE NÛ'

Der barê cezayên Amerîkayê yên li dijî Tirkiyê de rojnameya El-Ereb nivîsî: "Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê cezayên nû li dijî rêveberiya pîşesaziya parastinê ya Tirkiyê birîn, ji ber mijara kirîna sîstema moşekên a Rûsyayê ya S-400.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo got welatê wî ji Tirkiyê re gotiye ku kirîna sîstema S-400 dê teknolojiya leşkerî ya Amerîkayê têxe metirsiyê.

Çavdêr dibêjin ku cezayên Amerîkayê dê arîşeya di navbera her du welatan de kûrtir bikin, bi taybet ku Amerîka pir caran Tirkiye hişyar kir lê Tirkiyê guh nedayê û got mafê wê heye ji xwe re sîstema parastinê peyda bike.

Ev ceza ji bo Erdogan mîna derbeyekê bû, wî bawer dikir ku têkiliya wî ya rêveberiya Amarîkayê û bi serok Trump re dê Enqere biparêze.

Li gorî çavdêran, dê ev ceza bandoreke neyînî li aboriya Tirkiyê bikin ku jixwe bi bin barê belavbûna vîrusa koronayê de maye.

‘ERDGOAN LI LÎBYAYÊ, ALIYÊN NAVNETEWEYÎ ŞANTAJ DIKE’

Rojnameya El-Beyan jî derbarê rewşa Lîbyayê de wiha nivîsî: “Heke serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan hêz û çeteyên xwe li Lîbyayê hiştin, divê li ser xaka Lîbyayê bi şerê bi aliyên navneteweyî re rû bi rû bimîne. Ji ber ku biryara Erdogan ya hiştina hêza xwe ya leşkerî li Lîbyayê heta 18 mehên din, tê wateya binpêkirina biryarên navneteweyî, peymana Cinêvê, encamên kongreya Berlîn û Qahîreyê û encamên civînên diyaloga nîştimanî ya Lîbyayê.”

Çavdêran diyar kir ku ew ji biryara Erdogan ya dirêjkirina mayîna hêza xwe ya leşkerî li Lîbayê ku pêşkêşî parlamantoya Tirkiyê kiriye şoq mane, ku hîna lihevkirina di navbera Tirkiyê û serokê hikumeta Wîfaqê Fayiz El-Serac de ji aliyê parlamantoya Lîbyayê ve nehatiye qebûlkirin.

HEWLDANÊN AVAKIRINA HIKUMETA LUBNANÊ DI DAWIYA SALÊ DE

Girêdayî rewşa li Lubnanê rojnameya El-Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Patriyarkê maronî Bişare El-Raî ji bo avakirina hikumeta Lubnanê beriya dawiya salê, piştî ku pêr bi serokê hikumetê yê erkdar Seed El-Herîrî re civiya, bi serok Mişêl Ewn û serokê Şepela Nîştimanî ya Azad Cibran Basîl re civiya.”