Du şandeyên ewropî: Gelê herêmê tevî astengiyan parastina rêveberiya xwe kir

Endamên du şandeyên eweropî gotin, bi armanca pêkanîna danûstandinan bi Rêveberiya Xweser re li ser rewşa mirovî, serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirine. Berpirsê Finland da zanîn gelê herêmê tevî astengiya parastina rêveberiya xwe kiriye.

20 kanûn, 2020   07:06
NAVENDA NÛÇEAYAN

Şandeyeke almanî û finlandî bi serdaneke cuda di pêncşema borî de gihaştin Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Di serdana du rojan de şandeyan bi berpirsên Rêveberiya Xweser û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) re hevdîtin kir.

Şandeya finlandî ji nûnerê taybet ên Kar û Barên Wezareta Derve ya Finlandiyê yê NY’yê Yossi Tanner û berpirsê Yekîneya Alîkariyên Konslosxaneya Wezareta Karên Derve ya Finlandiya  Ante Bonkonen pêk tê. Şandeya Almanya ji Gerînedeyê Karên Konslosxane û Koçberiyê ya Karên Derve Almanya Kurt George Stockell Stell Fred û Seroka Beşa Alîkariyên Konslosxaneya Almanya ya Li Derve Manga Claes pêk tê.

Her du şandeyan bi heverokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê  Danya Remedan û  Abdulkerîm Umer, cîgirên wan Ebîr Îlya û Fener Kiêt, berdevkê fermî daîreyê Kemal Atif û nûnera Rêveberiya Xweser a Ewropa Mizgîn Ehmed hevdîtin pêk anîn.

Şandeya Finlandiya bi MSD’ê re li navenda meclisê ya li Qamişlo re civiya û ji aliyê Hevseroka MSD’ê Emîne Omer, endamê Desteya Hevserokatiya MSD’ê Senherîb Bersûm û endamên têkiliyên giştî yên MSD’ê Neseredîn Îbrahîm û Îbrahîm Selac şandeya Finland ve hat pêşwazîkirin.

Li gorî axaftinên hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve Danya Remedan, endamê Nivîsgeha Têkiliyan Îbrahîm Selac, di hevdîtinê de mijarên giêrdayî rewşa herêmên Rêvevberiya Xweser, pergala rêveberiyê û êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin nîqaşkirin.

Danya Remedan û Îbrahîm Selac destnîşan kirin ku wan ji her du şandeyan re behsa pêşdeçûnên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, panel û kongreyên dawîn ku MSD’ê li dar xistine, pêwîstiya beşdariya Rêveberiya Xweser di xebata siyasî û civînên Cinêv û komîteya destûrê de kirin û gotin: "Me rewşa mirovî ya li herêmê di gel êrişên dewleta Tirk, sûcên dermirovî yên qutkirina avê li ser zêdetirî milyonek şêniyên Hesekê û gundewarên wê û pêwîstiya şandina alîkariyan ji bo herêmê û darizandina çeteyên DAIŞ’ê, şîrove kirin."

Der barê serdanê de, nûnerê taybet ê Kar û Barên Wezareta Karên Derve ya Finlandiya ya NY’yê Yossi Tanner ji ANHA’yê axivî û got ku wan ji bo pêkanîna danûstandinên bi Rêveberiya Xweser re û şopandina rewşa li kampan, serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirine.

Tanner da zanîn ku gelên li herêmê tevî astengiyan parastina rêveberiya xwe kirine û destnîşan kir ku rewşa li kampan ji ber kêmbûna pêwîstiyan dijwar e. Her wiha spasiya Rêveberiya Xweser kir ku alîkariya kampan dike.

Tanner destnîşan kir ku ew girîngiyên didin xebatên hevbeş, bi taybet ên girêdayî sekna li hember tundraw û terora niha û pêşerojê. Da ku ewlehiyek ji tevahiyan re pêk were.

Nûnerê taybet ê Kar û Barên Wezareta Karên Derve ya Finlandiya ya NY’yê Yossi Tanner eşkere kir ku dê tişta ku dîtiye ji hikumeta welatê xwe re rake û piştrast kir ku pêwîst e xweragirtin hebe, da ku aştî li herêmê çêbe.

Li aliyekî din jî gerînendeyê Karên Konslosxane û Koçberiyê ya Karên Derve ya Almanyayê Kurt George Stockell Stell Fred wiha got: "Sedema serdana me mirovî ye û m danûstandina bi Rêveberiya Xweser re pêk anîne. Her wiha me li ser piştevaniya mezin a ku Almanya di warê mirovî de dike nîqaş kir. Piştevaniya herî girîng jî li ser asta navneteweyî û asta rêxistinên mirovî yên li ser erdê ne."

Piştî hevdîtinê her wiha şandeyan li gorî protokola fermî ya di navenda Daîreya Têkiliyên Derve ya Qamişlo de hatiye îmzekirin, hejmarek zarok û jinên almanî û finlandî wergirtin. Da ku vegerînin welatên wan.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xtpc2j-re04" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>