Siyasetmedarekî sûrî: Sêaliyê Astanayê bazarên xwe li ser hesabê sûriyan didomînin

Koordînatorê Komeleya Sûriyên Ilmanî (Laîk) yên Demokrat li Siwêda Semîr Ezam got navenda "Şer û terorê" ya bi nûnertiya sêaliyê Astanayê bazarên xwe li ser hesabê pêkhateyên Sûriyê didomînin û destnîşan kir ku armanca wan derbekirina tevgera Sûriyê ya rizgarî ya bi nûertiya QSD’ê û MSD’ê ye.

Siyasetmedarekî sûrî: Sêaliyê Astanayê bazarên xwe li ser hesabê sûriyan didomînin
20 kanûn, 2020   04:46
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA HEBÎB

Tevî peymanên agirbestê yên ku bi QSD’ê re hatine îmzekirin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li dijî navçeya Eyn Îsayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijwar in. Ew êriş li ber çavên Rûsyaya ku qaşo garantorê rawestandina êrişên dewleta Tirk pêk tên.

Digel van êrişan de, dewleta Tirk a dagirker nuqteyên xwe yên li herêmên qaşo bêçek vala kirin. Ji ber ku êdî ew nuqte ji hêla hêzên hikumeta Şamê ve hatibûn dorpêçkirin. Di vê çarçoveyê de jî berpirsên dagirkeriyê gelek caran daxuyand ku ew ji wan nuqteyan venakişîn û ji hêzên hikumeta Şamê xwestin ji derdora wê vekişin.

Girêdayî mijarê, Semîr Ezam ji ANHA’yê re wiha axivî: "Mîna çawa li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk hatiye, îro li Eyn Îsayê navendên şer û terorê bazarên Astanayê li ser hesabê pêkhateyên gelê Sûriyê didomînin."

Ezam wiha domand: "Navenda şer û terorê  anku rûsî-tirkî-îranî û çeteweyên wan-hikumeta Şamê û komên Îslamî, ji dema ku ji xeta civaka navneteweyî û biryarên Konseya Ewlekariyê yên der barê aloziya Sûriyê de revîne û berê xwe dane xeta Astanayê, armancên wan qelskirina edalet û azadiya sûriyan, derbekirina tevgera rizgariyê û beratiya sûriyan e. Ew jî yek bi bi nûnertiya QSD’ê û MSD’ê pêk hat."

Ezam piştgiriya xwe bi QSD’ê re nîşan da û wiha got: "Dil, mejî û kezebên me bi şervanên QSD’ê re ne. Ji ber uku di parastina serweriya Sûriyê de bi israr in. Gelek destkeftî bi saya qurbaniyan bi dest xistin, bi hezaran birîndar da, rûbereke fireh ji Sûriyê û bi milyonan sûrî ji terora (Dewleta xîlafeta DAIŞ) rizgar kirin û di Baxozê de ew têk birin."

Ezam wiha piştrast kir: "Navendên destpotî û terorê ji bilî rabûna li hember planên wan ti vebijêrk li pêşiya sûriyan nehişt. Em bi QSD’ê bawer in ku dê li hember êrişên dijmin ên li ser Eyn Îsayê li ber xwe bidin û wan têk bibin."

Koordînatorê Komeleya Sûriyên Ilmanî (Laîk) yên Demokrat li Siwêda Semîr Ezam wiha gotina bi dawî kir: "Em bang li civaka navneteweyî dikin bi erkên xwe yên qanûnî û biryarên Konseya Ewlekariyê rabin, bi lez destwerdanê bikin, da ku ewlehî û aştî pêk were û li hember êrişên nû yên dewleta Tirk û çetewên wê yên li dijî Eyn Îsayê bisekin."

(fr)

ANHA