​​​​​​​Şêniyên Eyn Îsa: Em xaka xwe ve girêdayî ne û ji hêzên xwe yên parastinê bawer in

Şêniyên navçeya Eyn Îsayê berxwedana xwe ya li dijî êrişên artêşa Tirk piştrast kir û baweriya xwe bi hêzên QSD`ê yên ku parastina xaka wan dike, anîn ziman.

​​​​​​​Şêniyên Eyn Îsa: Em xaka xwe ve girêdayî ne û ji hêzên xwe yên parastinê bawer in
​​​​​​​Şêniyên Eyn Îsa: Em xaka xwe ve girêdayî ne û ji hêzên xwe yên parastinê bawer in
​​​​​​​Şêniyên Eyn Îsa: Em xaka xwe ve girêdayî ne û ji hêzên xwe yên parastinê bawer in
​​​​​​​Şêniyên Eyn Îsa: Em xaka xwe ve girêdayî ne û ji hêzên xwe yên parastinê bawer in
​​​​​​​Şêniyên Eyn Îsa: Em xaka xwe ve girêdayî ne û ji hêzên xwe yên parastinê bawer in
20 kanûn, 2020   02:31
EYN ÎSA

Di demên dawîn de artêşa Tirk û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser  Eyn Îsayê zêde kir û bi awayekî bêserûber derdora navçeya topbaran dikin.

Şêniyên navçeyê gotin ku ew ê li malên xwe bimînin, li ber xwe bidin û êrişên artêşa Tirk ên li dijî navçeyê red bikin.

Têkildarî mijarê şêniyê bi navê Ehmed Zahir got ku ev xak xaka wan e, dê xaka xwe ji dagirkeriya Tirk a ku hewldana bidestxistina xêr û bêra welatê wan dike nehêlin.

Ehmed Zahir destnîşan kir ku êrişên li dijî navçeyê jin û zarokên wan tirsandin, lê dîsa jî ew ê dev ji xaka xwe bernedin, piştgiriya QSD`ê bikin, ji ber ku QSD parastina xaka wan ji êrişan dike.

QSD`ê li hemberî hemû hewldanên dagirkirina artêşa Tirk û çeteyên wê ji navçeyê re têk birin.

Şêniyê bi navê Hisên Heyder ji gotegotên li ser medya civakî belav dibin û mat ma wiha pê de çû: "Dezgehên çapemeniyê yên ku dibêjin şêniyên navçeyê reviyan re dibêjim ku kî dê dev ji xaka xwe û mala xwe berde û em xwediyên xakê ne."

Hisên Heyder di dawiyê de piştrast kir ku mirina di malê de baştir e ku ji artêşa Tirk û çeteyên wê re bihêle.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XS9kwCKCOF8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>