Nivîsgeha Kar û Barên Mirovî banga rawestandina binpêkirinên Tirkiyê kir

Nivîsgeha Kar û Barên Mirovî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got, êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê digihêjin asta sûcên şer û bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku binpêkirinên domdar ên dewleta Tirk û çeteyên wê bi dawî bikin.

Nivîsgeha Kar û Barên Mirovî banga rawestandina binpêkirinên Tirkiyê kir
19 kanûn, 2020   16:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Kar û Barên Mirovî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên tundraw ên li ser herêma Eyn Îsa û derdora wê binpêkirineke  mezin ji xaka ewle û aram e. Her wiha hate destnîşankirin ku bêyî tu pîvanên exlaqî û mirovî di ber çavan re derbas bikin, sivîlan dikin armanc.

Nivîsgehê eşkere kir ku di encamên êrişên domdar ên li dijî sivîl rewşeke ne aram li herêmê çêbû, rewşa mirovî aloztir bû ku bi sedema koçberiyeke mezin, di heman demê de astengiyên mezin ên mirovî li herêmê afirand.

Nivîsgeha Kar û Barên Mirovî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li Neteweyên Yekbûyî û Civaka Navneteweyî kir ku binpêkirinên domdar ên Tirkiyê û çeteyên wê bi dawî bikin û wiha bi dawî kir: "Ev binpêkirinên ji hedefkirina sivîlan û qutkirina avê li ser Hesekê dighêjin asta sûcên şer. Em bang li tevahî rêxistinên mirovî dikin ku bi berpirsyariyên xwe rabin û bersiva pêwîstiyên mirovî yên awarte yên sivîl û koçberan bi cih bîne, nexwasim ku kamp nema karin hejmara zêde ya koçberan pêşwazî bike."

ANHA