Şandeyek ji Avusturyayê bi berpirsên Rêveberiya Xweser re dicive

Li bajarê Qamişloyê, şandeyek ji parlamentoya Avusturyayê bi berpirsên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re kom bûye.

Şandeyek ji Avusturyayê bi berpirsên Rêveberiya Xweser re dicive
19 kanûn, 2020   17:38
QAMIŞLO

Berî çend kêliyan şandeyek ji parlementer û akademîsyenên Avusturyayê gihişt avahiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li bajarê Qamişlo.

Şandeya ji parlamentera Avusturyayê ya Partiya Kesk Eva Jagkovic, parlamenterê Avusturyayê yê ji Partiya Gel a Xrîstiyan a Muhafazakar Reinhold Lopatka û profesorê zanista siyasî li Zanîngeha Viyanayê Thomas Schmidinger pêk tê, berî çend saetan di deriyê Sêlmaka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de gihişt herêmê.

Şande li avahiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser ji aliyê hevserokatiya daîreyê Ebdulkerîm Omer û Daniya Remedan û nûnera Rêveberiya Xweser a Ewropayê Mizgîn Ehmed ve hat pêşwazîkirin.

Di navbera herdu aliyan de civîneke çapemeniyê li dar ketiye.

Ev serdana duyemîn a nûnerên hikumeta Avusturyayê ji herêmê re ye. Serdana yekemîn 1'ê Cotmeha 2019'an bû ku derbasî Qamişloyê nebû, lê li deriyê sînor ê Sêmalkayê hevdîtin pêk hat.

(bb)

ANHA