SOHR: Zêdetirî 100 çeteyên DAIŞ û hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin

SOHR'ê ragihand ku ji destpêka vê mehê ve di şerê li çolistana Sûriyê de zêdetirî 100 çeteyên DAIŞ û hêzên hikumeta Şamê hatine kuştin.

SOHR: Zêdetirî 100 çeteyên DAIŞ û hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin
19 kanûn, 2020   12:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku ji destpêka meha Kanûnê ve, 64 endamên hêzên hikumeta Şamê û yên girêdayî wê di kemîn, teqîn û şerên li çolistana Sûriyê de û 39 çeteyên DAIŞ'ê di bombebaran, topbaran û şeran de hatin kuştin. Navendê destnîşan kir ku ihtîmal heye, hejmara kuştiyên her du aliyan zêde bibin, ji ber ku bi dehan birîndar hene ku rewşa wan dijwar e. Her wiha SOHR`ê bi bîr xist ku endamekê hêzên Hizbullahê di heman wê demê de hate kuştin.

SOHR'ê piştrast kir ku operasyonên leşkerî yên li çolistana Sûriyê di sêgoşeya Heleb, Hema û Reqayê de berdewam in û bi asteke kêmtir li beyareyên Reqayê, Himsê û Dêrazorê didomin.

SOHR`ê daneyên windahiyan di dema navbera 24`ê Adara 2019`an û heta îro de eşkere kir. Dane wiha ye: Di êriş, teqîn û kemînên li çolistana Dêrazor, Reqa, Hims û Siweydayê de hezar û 84 endamên hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê yên sûrî û ji nasnameyên biyanî, hatine kuştin. Di heman dema wan êrişan de, 601 çeteyên DAIŞ`ê di topbaran û hedefgirtinan de hatin kuştin.

(dm)