Tevgera artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Til Temirê û Zirganê zêde bûne

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê komkirina hêzên xwe tevî çekên giran, li ser dirêjahiya eniyên nêzî rêya di navbera navçeyên Til Temirê û Zirganê de yên kantona hesekê didomînin.

Tevgera artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Til Temirê û Zirganê zêde bûne
19 kanûn, 2020   11:33
HESEKÊ

Tevgera artêşa Tirk û çeteyên wê metirsiyên êrişeke nû li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêdike. Nexasim tevgerên wê yên dawîn ên hemwextî êrişên wê yên dijwar li dijî Eyn Îsayê. Ev tevger û êriş li gel bêdengiya Rûsya û Amerîkayê garantorên lihevkirina agirbestê ya bi Tirkiyê û Hêzên Sûriya Demorkatîk (QSD) re pêk tên.

Li gorî dîmenên ku hatine kişandin, tevgerên çeteyan herî zêde li gundên Til Minax û Um El-Işbe li gundewarê Zirganê ne yên ku dewleta Tirk a dagirker dagir kirine. Ji dîmenan tevgerên çeteyan, tevgera erebeyên leşkerî û asêkirina baregehaan li gundê Rîhaniyê li gundewarê Til Temirê diyar dibin.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, bi tevgerên çeteyan re û piştî hedefgirtina erebeyên sivîlan û sahrîcên avê yên ku şaredariya Til Temirê ji gundên ku av nagihêjiyê re şandine, tevgera sivîlan li ser rêya di navbera her du navçeyên Til Temir û Zirganê de kêm bûye.

(şx)

ANHA