Hilbijartinên serokatî ên Sûriyê… Rûsya hewl dide rewabûnê bi dest bixe

Li gorî raporan, hilbijratinên serokatiyê yên bê li Sûriyê bûye qada “Şerekî pêşwext û bêdeng” di navbera Moskova û hevalbendên wê ji aliyekê ve û Washington û hevalbendên wê de ji aliyekî din ve.

Hilbijartinên serokatî ên Sûriyê… Rûsya hewl dide rewabûnê bi dest bixe
19 kanûn, 2020   11:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Hilbijartinên serokatiyê yên Sûriyê wê di 2021`an de li gel nîqaşên mezin girêdayî rewabûna hilbijartinan, pêk werin. Li gorî qanûna hilbijartinan, divê hilbijartin di navbera 16`ê Nîsanê û 16`ê Gulana 2021`an de pêk werin.

Li gorî rojnameya El-Şerq El-Ewsat, ev hilbijartin ji ber ku piştî hebûna leşkerî ya Rûsyayê û guhertinên meydanî yên mezin, diyarkirina xetên şer di navbera 3 herêmên hegemonîk de li Sûriyê, aloziya aborî ya kûr, cezayên aborî yên biyanî, dorpêçkirineke dîplomatîk û siyasî û ji ber ku dê di çend mehên destpêkê yên wîleyata serokê Amerîkayê Jeo Biden de pêk werin, girîng e.

RÛSYA, ÎRAN Û ŞAMÊ PIŞTA XWE DIDIN BIDESTXISTINA REWABÛNÊ

Moskova, Şam û Teharnê dixwazin ev hilbijartin li gorî destûra Sûryê ya heyî ya sala 2012`an dûrî pêkanîn guhertinên ku li Cinevê li gorî biryara 2254`an hate diyarkirin, li dar kevin. Her wiha dixwazin rewşa heyî û hikumeta rewa bi aliyên herêmî û navneteweyî bidin qebûlkirin.

Komîteya destûrî 4 ger li Cinevê li dar xist. Di dawiya vê mehê de wê gera 5`an a taybet ji bo dosyaya destûrê berovajî gerên berê yên ku tê de rêgezên nîştimanî hatine nîqaşkirin, li dar keve. Lê Şamê nameyek diyar ragihand ku guhertina destûrê beriya hilbijartinên serokatiyê yên bê pêk nayê. Moskovayê jî desteka wê peyamê da û diyar kir ku hilbijartinên serokatiyê mijarek serdestî girêdayî Sûriyê ye.

NAKOKIYÊN ŞAM, TEHRAN Û MOSKOVÊ

Nuqteya nakok a di navbera Şam û Moskovayê de ew e ku Moskova dixwaze kesên din bibin bernamzetên serokatiyê.

Li gorî rojnemaya Şerq El-Ewset, Tehran piştgiriya mijara ku wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf di hevdîtina xwe ya bi mêvanên biyanî re di çend rojên dawî de rave kiriye, dike. Zarîf destnîşan kir ku hikumeta Şamê rewa ye û di xebatên siyasî û guhertina destûrê de gelek hevkar e. Moskovayê jî bi hêviya şikandina dorpêça li ser Sûriyê, rolekê di ji nû ve avakirinê de bilîze, sepandina têkiliyên siyasî û dîplomatîk û herêmê hîn jî li mekanîzmayan digere.

ŞÊWIRÊN ROJAVAYÎ YÊN JI BER ÇAVAN DÛR

Rojnemayê eşkere kir ku welatên rojavayî şêwirên bêdeng, aram û dûrî çavan pêk tînin, da ku helwestek yekgirtî der barê dan û standinên bi hilbijartinên re nîşan bidin. Amerîka çawa hilbijartinên serokatiyê yên ku berê pêk hatine paşguh kiriye, vê carê paşguh bike. Ew bi tu hilbijartinên ne li gorî biryara 2254 pêk tên, qebûl nake. Hevalbendên Washingtonê jî bi hev re nakok in. hinek dixwazin, hilbijartinan paşguh bikin, hinek din jî pêşniyar dikin ku desteka bernamzetê opozîsyonê were kirin, an jî pîvanên diyar bi erêkirina navneteweyî ji hilbijartinan re werin danîn.

Rojnemayê lê zêde kir ku hinek welatan hewl da ku Nûnerê Navneteweyî Geir Pedersen helwesta xwe der barê hilbijartinan eşkere bike. Lê Pedersen got ku ev hilbijartin li gorî biryara 2254 ne ji erkên wî ne û tenê "Şêwirmendê hilbijartinê" diyar kir. Ji ber vê yek pêşniyarek derket holê ku pêvajoya amadekirina rêgez û pîvanên îtîrafkirina bi hilbijartinan pêk were bi şerta ku li ser navê Neteweyên Yekbûyî (NY) be.

(şx-dm)