Rojnameyên erebî: Dewleta Tirk a dagirker û Rûsya li ser M4 ketine pêşbirkê

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa tevgerên dewleta Tirk a dagirker li Sûriyê, aloziya Lubnanê û mudexeleya dewleta Tirk di Lîbyayê de kirin.

Rojnameyên erebî: Dewleta Tirk a dagirker û Rûsya li ser M4 ketine pêşbirkê
19 kanûn, 2020   09:01
NAVENDA NÛÇEYAN

ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER ÊRIŞÎ EYN ÎSAYÊ DIKE Û JI NUQTEYÊN XWE YÊN LI IDLIBÊ VEDIKIŞE

Rojnameya El-Ereb têkildarî mijarê nivîsî: “Li bajarê Eyn Îsa yê stratejîk ê li Bakur Rojhilatê Sûriyê ji çarşemê ve şerên dijwar di navbera komên alîgirên Enqereyê bi desteka balafirên şer ên dewleta Tirk û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de rû didin.

Çavdêr destnîşan kirin ku dewleta Tirk dema demkî ya ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) a hevkarê QSD`ê, tê re derbas dibe, bi kar tîne û hewl dide herêmên din ên stratejîk kontrol bike. Di nav de Eyn Îsa yê li ser rêya M4.

Rêya M4 damara bazirganî ya stratejîk e û parêzgehên Heleb, Laziqiyê û Hesekê yê li nêzî sînorên Iraqê bi hev ve girê dide, ji ber wê bûye hedefa aliyên aloziya Sûriyê.

Kontrolkirina vê rêyê, yek ji sedemên operasyona leşkerî ya ku Şamê bi desteka Moskovayê li dijî parêzgeha Idlibê û derdora wê di Kanûna borî de pêk aniye. Ev operasyon li gorî lihevkirina di navbera Rûsya û dewleta Tirk de di Sibatê de rawestî. Li gorî wê lihevkirinê rê li pêşiya tevgera bazirganiyê tê vekirin. Îro jî dewriyeyên hevbeş di navbera Rûsya û dewleta Tirk de li ser vê rêyê têne meşandin.

Çavdêrên rewşa Sûriyê diyar kirin ku dewleta Tirk bi armanca xurtkirina cihê xwe yê stratejîk li ser vê rêyê û ji bo ku kaxizên zextê li dijî Rûsyayê bi dest bixe, êrişî Eyn Îsayê dike.

Çavkaniyekî leşkerî yê Tirk ku nexwest navê xwe eşkere bike, roja înê got ku şeva pêncşemê xebatên valakirina hêzên Tirkiyê bi dawî bûn. Her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk li herêmên ku komên alîgirên Enqereyê kontrol dikin li gorî lihevkirina di navbera wê û Rûsyayê de, careke din hêzên xwe belav kirin.

Heman çavkanî bi bîr xist ku mijar ne di vekişandina hêzan an jî kêmkirina hejmara wan de ye lê belê guhertina cih e.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) bi lez ev îdia derewand û got ku propogandayên çavkaniyên Tirk ne rast in. SOHR`ê îşaretpê kir ku di dirêjahiya 48 saetan de, tu hêzeke Tirkiyê ji nuqteyên xwe yên li bakur rojavayê Sûriyê venekişiyaye. 

HEWLDANÊN AVAKIRINA HIKUMETA LUBNANÊ DI DAWIYA SALÊ DE

Girêdayî rewşa li Lubnanê rojnameya El-Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Patriyarkê maronî Bişare El-Raî ji bo avakirina hikumeta Lubnanê beriya dawiya salê, piştî ku pêr bi serokê hikumetê yê erkdar Seed El-Herîrî re civiya, bi serok Mişêl Ewn û serokê Şepela Nîştimanî ya Azad Cibran Basîl re civiya.”

DAIŞ`IYEK TUNISÎ BI RÊYA TIRKIYÊ GIHAŞT LÎBYAYÊ

Rojnameya El-Beryan derbarê rewşa li Lîbyayê de wiha nivîsî: “Çavkaniyên çapemeniyê eşkere kir ku terorîstê tunisî Bilal El-Şewaşî yê ku bi navê Ebû Yihya Zekeriya tê naskirin, bi rêya Tirkiyê gihaşt Lîbyayê.

Li gorî Dergeha Afrîkayê, El-Şewaşî yê ku li Fransayê ji dayîk bûye, niha li herêma Rojhilat e. Çavkaniyan bi bîr xist ku ew terorîstekî xeternak e."

(şx)