Malbatên şehîdan: Heta rêbertî azad nebe wê têkoşîn bidome

Malbatên şehîdan ên  li navçeya Çilaxa  tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û gotin: " Heta rêbertî azad nebe wê têkoşîne bidome."

Malbatên şehîdan: Heta rêbertî azad nebe wê têkoşîn bidome
19 kanûn, 2020   08:52
KADAR ÎBRAHÎM-QAMIŞLO

Malbatên şehîdan ên navçeya Çilaxa tecrîda girankirî ya ku dewleta Tirk li dijî rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye şermezar kir û gotin: " Heta rêbertî azad nebe wê têkoşîne bidome."

Bavê şehîd Çeleng (Sala 2016'an li Holê şehîd bû), Elî Zexîra destnîşan kir ku zarokên wan bi baweriya bi fikirê rêber Abdullah Ocalan ê ku banga jiyaneke bi rûmet û azadkirina hemû gelên bindest dike, canê xwe di oxira pêkanîna ewlehî û aştî li herêmê de feda kirin.

/kr/uploads/files/2020/12/19/085539_-.webp

Zexîra bang li dewleta Tirk kir ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan rake, li gorî qanûnên navneteweyî yên parastina mafên mirovan dikin, tev bigere, di heman demê de bang li civaka navdewletî kir ku li hemberî  desthilata Tirkiyê helwestekê nîşan bide.

Mihrîvan Yûsif diya şehîd Hozan Dirbêsiyê yê sala 2014'an li Mebrûkayê şehîd bû, got ku dewleta Tirk hewl dide desthilata Osmanî vegerîne û fikirê rêbertî kelemeke mezin li pêşiya siyaseta xwe dibîne û wiha domand: "Ji ber ku rêbertî bi fikrê xwe yê demokratîk şerê pergala kapîtalîzim û koletiyê dike, lewra ev pergal rêbertî dikin armanc."

/kr/uploads/files/2020/12/19/085404_-.webp

Mihrîvan destnîşan kir ku ev pergal ne ku rêbertî wekî kesayet dikin armanc, lê belê fikirê demokratîk yê azad dikin armanc. Mihrîban got: "Tevahî pêkhate, beş û olên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ramanê azad ê rêbertî ji xwe re esas girtin, bi saya ramanê rêbertî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî herêmên din ên ewletir in."

Hisên Îsa bavê şehîd Ciwana Rojava û kurê şehîd Hogir Baran ên ku li herêmên Parastinê yên Medya şehîd bûn, destnîşan kir ku fikir û pêşniyarên rêber Abdullah Ocalan ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re çareserî ne û dikarin dawî li şeran bîne.

/kr/uploads/files/2020/12/19/085530_-.webp

Îsa di dawiyê de da zanîn ku armanca tecrîdê ew e nehêlin nêrînên rêbertî yên derbarê herêmê de bighêjin gelan û got: "Heta ku rêbertî azad nebe wê têkoşîna gelên herêmê raneweste."

(eh)

ANHA

​​​​​​​<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/CX02G97VjBY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>