​​​​​​​Li cîhanê zêdetirî 74 milyon kes bi koronayê ketine

Li cîhanê zêdetirî 74 milyon kes bi koronayê ketine û milyonek û 670 hezar kes jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane.

​​​​​​​Li cîhanê zêdetirî 74 milyon kes bi koronayê ketine
19 kanûn, 2020   09:13
NAVENDA NÛҪEYAN

Li gorî daneyên cîhanî yên li ser marpela Reuters îro hatine eşkerekirin, li seranserî cîhanê zêdetirî 74 milyon û 615 hezar kes bi koronayê ketine û milyonek û 670 hezar kes mirine.

Li gorî Reuters, DYA `yê welatê herî zêde ye ku korona lê belav bûye, piştre di rêjeya duyemîn de Brazil, Tirkiya, Rûsya û Hindistan tê.

Her wiha ji aliyê hejmara kesên bi koronayê mirine Amerîkayê di rêzê yekê de ye, piştre Brazil, Italya, Meksîko û Almanya tê.

(dm)