Li Til Hemîsê nexweşiya laşmanya careke din belav dibe

Li gundewarê navçeya Til Hemîsê nexweşiya Laşmanya careke din belav dibe. Di 3 mehên dawîn de hejmara kesên bi vê nexweşiyê ketine gihaşt 332 kesan. Bijîşkan bang li şêniyan kir ku tedbîrên xweparastinê bigirin.

Li Til Hemîsê nexweşiya laşmanya careke din belav dibe
Li Til Hemîsê nexweşiya laşmanya careke din belav dibe
Li Til Hemîsê nexweşiya laşmanya careke din belav dibe
Li Til Hemîsê nexweşiya laşmanya careke din belav dibe
Li Til Hemîsê nexweşiya laşmanya careke din belav dibe
19 kanûn, 2020   08:17
QAMIŞLO-ŞÎHAB EL-EHMED

Navenda Tenduristiyê ya navçeya Til Hemîsê rojane 3 heta 4 nexweşên laşmanyayê pêşwazî dike. Ji ber wê bijîşk bi fikar in ku ev nexweşî piştî ku di 2018`an de hate tunekirin, careke din li herêmê belav bibe.

Navenda Tenduristiyê ya navçeya Til Hemîsê di salên navbera 2017-2018`an de nexweşiya laşmanyayê bi temamî tune kir û di wan salan de 16 hezar nexweş bi rêya derzî û aşleyan derman kirin.

Nexweşiya Laşmanyayê yan jî mîna ku tê naskirin Hebê Helebê; nexweşiyek perezît e bi rêya mêşa "Qûmê; belav dibe. Ev mêş bi şev çalak dibe. Li şûna cihê pêvedanê, reş dibe. Gelek cureyên vê nexweşiyê hene, yê çermê û yê ku bi hundirê mirov dikeve.

berpirsê beşa nexweşiya Laşmanyayê yê li Navenda Tenduristiyê ya li Til Hemîsê Elî Hisên El-Ibêd piştrast kir ku di çend mehên dawîn de Laşmaneya dîsa li herêmê belav bûye. El-Hisên bang li şêniyan kir ku her kesê bi vê nexweşiyê dikeve yekser berê xwe bide navendê.

Her wiha El-Ibêd bang li şêniyan kir ku tedbîrên xweparastinê bînin cih, di bin tora pêşiyan de xew bikin ji ber ku ev mêş ji şevê heta berbanga sibê çalak e.

(şx)