Li Efrînê depoyek cabilxaneyê ya çeteyan teqiya… kuştî û birîndar hene

Li gundewarê navçeya Cindirêsê li kantona Efrînê ya dagirkirî, depoyek cebilxaneyê ya çeteyên dewleta Tirk teqiya. Li gorî agahiyan kuştî û birîndarên çeteyan hene.

Li Efrînê depoyek cabilxaneyê ya çeteyan teqiya… kuştî û birîndar hene
19 kanûn, 2020   07:55
 ŞEHBA

li gorî çavkaniyên xwecihî, duh bi şev depoyek cebilxaneyê ya çeteyên Ehrar El-Şam ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li gundê Çulaqa yê navçeya Cindirêsê li Efrîna dagirkirî teqiya.

Heman çavkaniyan diyar kir ku dengê teqînê pir bilind bû û neyê zanîn bê ka çima teqîn pêk hat.

Her wiha çavkaniyan bi bîr xistin ku li gorî agahiyan gelek çeteyên Ehrar El-Şam di encama teqînê de hatin kuştin û birîndar bûn.

(şx)

ANHA