Artêşa Tirk a dagirker herêma Batûfa Bombebaran kir

Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer herêma bajarokê Batûfa ya Zaxo bombebaran kir.

Artêşa Tirk a dagirker herêma Batûfa Bombebaran kir
19 kanûn, 2020   07:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker nîvê şevê herêma bajarokê Batûfa ya Zaxo bombebaran kir.

Derbarê ziyanê de agahiyên zelal tune ne.

Duh êvarî jî Artêşa Tirk a dagirker li Girê Bî yê li navçeya Zaxo ya girêdayî Dihokê, gundê Hirûrê û gundên li ser rêya Hîrurê topbaran kirin.