'Rûspiyên eşîrên Ereb piştgiriya berxwedana Şengalê dikin'

Rûspiyê êla El-Sade El-Mişahde ya li Mergedeyê got: “Eşîrên Ereb ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li rex şêniyên Şengalê ne, em piştgiriya rêveberiya wan dikin û em qebûl nakin ku komkujiyên din li dijî wan pêk werin.”

'Rûspiyên eşîrên Ereb piştgiriya berxwedana Şengalê dikin'
19 kanûn, 2020   07:19
HESEKÊ-BASIM EL-DEXÎL

Hikumeta Iraqê 9`ê Cotmehê ragihand ku girêdayî rêvebirina Şengalê wê peymanek bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re bi desteka dewleta Tirk îmze kiriye.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber komployên li dijî rêveberiya Şengalê fikarên xwe anîn ziman.

Rûspiyê êla El-Sade El-Mişahde Elî El-Xidir bang li civaka navneteweyî, rêxistinên mirovî û hiqûqî û cihanê bi giştî kir û got: “Civaka êzidî birayên me ne. Mîna tevahiya pêkhateyan mafên wan ên jiyan û xwebirêvebirinê hene. Nexasim azarên ku di dirêjahiya 4 salan de ji ber terorê kişandine û li gel tunebûna artêşa Iraqê û pêşmergeyan ên ku wan bi çeteyên terorîst re rû bi rû hiştin.”

El-Xidir diyar kir ku civaka êzidî ji bo vegerandina Şengalê berdêlek biha da û wiha domand: “Çeteyan jinên êzidî firotin, kal, zarok û ciwanên wan li ber çavên artêşa Iraqê û pêşmergeyan kuştin. Îro jî û piştî ewqas fedekariyên ku ji bo vegerandina Şengalê, avakirina rêveberiya xweser û hêzên parastinê dane, her du hikumetan Başûrê Kurdistanê û Iraqê bi hevkariya dewleta Tirk dixwazin Şengalê radestî artêşa Iraqê û pêşmergeyan bikin.”

El-Xidir rave kir ku gelên herêmê qebûl nakin Şengal were radestkirin û wiha domand: “Êzidiyan gelek êş û azar kişandin. Em bi tu awayî qebûl nakin ku ji bo tu aliyekî bibin pariyeke hêsan ku bi zû were daqurtandin."

Rûspiyê êla El-Sade El-Mişahde Elî El-Xidir di dawiyê de got: “Ji vir, ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em êlên Ereb radigihînin ku li hemberî hemû kesên dixwazin destdirêjî Şengalê bikin, em mil bi mil bi gelê Şengalê re ne."

(şx)

ANHA

<iframe width="650" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/WSa4XxlUx6U" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>