Fermandarekî QSD`ê: Şervanên me êrişên dagirkeran têk birin û berxwedan berdewam e- HATE NÛKIRIN

Yek ji fermandarên QSD’ê yên li navçeya Eyn Îsa Ezîz Xerbîsan destnîşan kir ku di êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de nuqteyeke çavdêriyê hatiye hedefgirtin û leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bûye û got “Hêzên me hemû êrişên dagirkeran têk birin û berxwedan berdewam e.”

Fermandarekî QSD`ê: Şervanên me êrişên dagirkeran têk birin û berxwedan berdewam e- HATE NÛKIRIN
18 kanûn, 2020   10:21
EYN ÎSA - CÎHAN BÎLGÎN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji saetên sibehê ve bi çekên giran û balafirên şer û balafirên bêpîlot êrişî gundên Seyda, Mielek, rêya M4 û derdora navçeya Eyn Îsayê dikin. Şervanên QSD`ê di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişên dagirkeran didin.

Yek ji fermandarêb QSD’ê yên li navçeya Eyn Îsayê Ezîz Xerbîsan tekildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser navçeya Eyn Îsa û gundewarê wê, ji ANHA’yê re axivî.

‘HÊZÊN ME HEWLDANÊN DAGIRKERAN TÊK BIRIN’

Xerbîsan diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji saetên berbangê ve êriş birin ser gundê Cehaba yê 5 km dûrî Eyn Îsayê û wiha got: “Dagirkeran bi çekên giran êrişî gundê Cehaba kir û hewl da gund dagir bikin. Me di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişan da û hewldanên wan ên dagirkirinê têk birin. Piştî ku êriş hatin têkbirin, hêzên dagirker careke din saet di 7:00`an de êrişî rêya M4, derdora Eyn Îsa û gundê Seyda kir. Êriş li dijî gundên bi sivîlan dagirtî, pêk hatin û sivîlên herêmê bi xetereyê re rû bi rû ne.”

‘NUQTEYEKE ÇAVDERIYÊ HAT HEDEFGIRTIN Û LEŞKEREKÎ HIKUMETÊ BIRÎNDAR BÛ’

Xerbîsan anî ziman ku tevî avakirina nuqteyên hevbeş jî, êrişên artêşa Tirk a dagirker zêdetir bûne û wiha domand: “Di êrişan de nuqteyeke hevbeş ku li rojhilatê depoyên Eyn Îsayê hatibû avakirin, hate hedefgirtin û leşkerekî hêzên hikumetê birîndar bû. Tevî wê yekê jî ne hêzên Rûsyayê ne jî hêzên hikumeta Şamê tu bersiv nedan êrişan.”

Hejayî bibîrxistinê ye ku di 9`ê Kanûnê de Meclisa Leşkerî ya Girê Spî ragihandibû ku wan bi hêzên Rûsyayê re li ser avakirina 3 nuqteyên çavdêriyê yên hevbeş, li hev kiriye.

(cx)

ANHA