Ji rûspî û oldarên Kobanê banga yekitî û hevgirtinê li hemberî dewleta Tirk

Oldar û serokeşîrên kantona Kobanê bang li gelê Rojava kir ku di vê dema hestiyar de ku herêm tê re derbas dibe, yekitî û hevgirtina xwe çêkin û gotin:"Parastina xakê ji êrişên dewleta Tirk erka her ferdekî ye."

Ji rûspî û oldarên Kobanê banga yekitî û hevgirtinê li hemberî dewleta Tirk
18 kanûn, 2020   09:25
KOBANÊ-NÎHAD KERIO

Oldar û rûspiyên ên kantona Kobanê eşîran têkildarî êriş û gefên rojane yên dewleta Tirk a dagirekr ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilê Sûriyê û hewldanên wê yê derxistina fitneyê di navbera pêkhateyan de ji ANHA'yê re axivîn. Rûspî û oldarên bang li tevahiya pêkhateyên Bakurê Sûriyê kir ku serî ji gefên artêşa Tirk re netewînin û xaka xwe di destên dijminan de nehêlin.

Ji rûspiyên eşîra Qerbokê, Ednan Ehmed bang li gel ku di vê dema hesas a ku herêm tê re derbas dibe, yekitî û hevgirtina xwe ava bikin û wiha axaftina xwe dewam kir: "Parastina xakê erka her ferdekî ye, baştirîn rêbaza parastina têkoşîna li dijî gefên dewleta Tirk e, ji ber heke em bê deng bimînin dê dewleta Tirk û çeteyên wê derfeta dagirkirina xaka me bibînin."

Ji rûspiyê eşîra Şêxan, Osman Xelef jî axivî û ev yek got: "Ez bang li gelê Rojava dikim ku parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava û şehîdên ku ji bo parastina herêmê canên xwe kirine qurban bikin. Divê her kes piştgiriyê bide hêzên li ser rûyê erdê parastina xakê dikin."

Osman Xelef got, ew dersan ji Girê Spî û Serêkaniyê derxînin, ji ber bûyerên lê qewimîn û niha li vir rû didin karaset in.

Her wiha Mele Îbrahîm Remo jî axivî û bi lêv kir ku divê ew destekê bidin hêzên parastina xakê û wan dikin, ji ber di vê demê de hevgitin û zanebûn pêwîstiyek in.

Mele Îbrahîm Remo ev yek li gotina xwe zêde kir: "Divê em parastina xaka xwe bikin û ji çeteyan re nehêlin, di heman demê de bang li ciwanên li derveyî welat dikim ku vegerin welatê xwe û parastina xakê bikin, da ku hêza leşkerî hîn zêdetir xurt bibe û gel desten hev bigirin."

Mele Elî Yildiz jî axivî û destnîşan kir ku divê gelê Rojava li hemberî fitneyên artêşa Tirk yekitiya xwe ava bike û got, yekitiya rêya tekane ya azadî û sekna li dijî sûcên artêşa Tirk e.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OkbdMnMw-ek" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>