Hevseroka MSD’ê: Ji bo ku Eyn Îsayê rasdestî hikumeta Şamê bike, Rûsya zextê li QSD`ê dike

Hevseroka MSD`ê Emîne Omer destnîşan kir ku Rûsya berpirsa êrişên dewleta Tirk ên li dijî Eyn Îsayê ye û got “Rûsya ji bo ku navçeyê radestî hêzên hikumeta Şamê bike, zextê li QSD`ê dike.”

Hevseroka MSD’ê: Ji bo ku Eyn Îsayê rasdestî hikumeta Şamê bike, Rûsya zextê li QSD`ê dike
18 kanûn, 2020   09:31
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BERKAT

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi awayekî hovane êrişî navçeya Eyn Îsayê dikin. Dewleta Tirk balafirên şer û yên bêmirov di van êrişan de bi kar tîne.

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Emîne Omer diyar kir ku dewleta Tirk ji van êrişan hewl dide herêmên din ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike û wiha domand: “Dixwaze ewlehiya herêmê têk bibe û rêya di navbera herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de qut bike, ji ber ku stratejîk e û li ser rêya M4 e.”

Emîne piştrast kir ku Rûsya berpirsa van êrişên li dijî Eyn Îsayê ye û ev li gotinên xwe de zêde kir: “Ji ber ku ew berpirsa parastina herêma Eyn Îsayê ji êrişên Tirkiyê ye.”

Emîne destnîşan kir ku Rûsya bi erka xwe ranabû û êrişên dewleta Tirk ranewestandin. Her wiha bi bîr xist ku Rûsya zextê li Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dike da ku navçeyê radestî wê bikin û piştre radestî hêzên hikumeta Şamê bikin.

(şx)

ANHA