SOHR: Sewqiyeteke din a artêşa Tirk  derbasî gundewarê Idlibê bû

SOHR, ragihand ku sewqiyeteke din a artêşa Tirk a dagirker derbasî gundewarê Idlibê bû.

SOHR: Sewqiyeteke din a artêşa Tirk  derbasî gundewarê Idlibê bû
17 kanûn, 2020   16:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku kerwanekî hêzên artêşa Tirk a dagirker di deriyê sînor ê Keferlosîn re derbasî Idlibê bû.

SOHR diyar kir ku kerwan ji derdora 30 maşîneyên ku amûrên leşkerî û lojîstîk bar kiribû ber bi nuqteyeke xwe ya li çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê ve çû.

Ji destpêka ragihandina agirbesta nû heya nû 7 hezar û 640 maşîne û bi hezaran leşkerên Tirk derbasî Sûriyê bûne.

ANHA