​​​​​​​Jinên ciwan sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan şermezar kirin

Yekitiya Jinên Ciwan bi meşekê sûcên li dijî jinan û êrişa zayendî ya rayedarên dewleta Tirk a dagirker a li dijî zarokekê li bajarê Êlih ê Bakurê Kurdistanê şeremzar kirin.

​​​​​​​Jinên ciwan sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan şermezar kirin
​​​​​​​Jinên ciwan sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan şermezar kirin
​​​​​​​Jinên ciwan sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan şermezar kirin
​​​​​​​Jinên ciwan sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan şermezar kirin
​​​​​​​Jinên ciwan sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan şermezar kirin
17 kanûn, 2020   15:34
QAMIŞLO

Bi diruşmeya "Na ji êriş û dagirkeriyê re..ji civak û jina azad re erê" Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Qamişloyê meşek ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinan şermezar kirin.

Meşa ku bi dehan endamên Yekitiya Jinên Ciwan û şêniyên bajar tevlê bibûn, ji pêşiya navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo dest pê kir. Di meşê de diruşmeyên "Na ji tundiya li ser jinan re"," na ji dagirekriya Tirk re",  "Bijî berxwedana rêber Abdullah Ocalan", "Ji jina azad re erê" û "Na jî îxanetê re" berz kirin.

Meş li çerxerêya Qermûtî rawestiya û deqeyeke rêz hate girtin.

Piştre endama Yekitiya Jinên Ciwan Selwa Elî daxuyanî xwend.

Selwa sûcên li dijî jinan, bi taybet êrişa zayendî ya endamên dewleta Tirk a li dijî zarokekê li bajarê Êlihê şermezar kirin û got: "Êrişên dewleta Tirk ên li dijî jinan êriş li dijî tevahî civakê ye."

Selwa Elî bi navê Yekitiya Jinên Ciwan got ew ê li hemberî hemû êrişên li dijî jinan û dagirkerên Kurdistanê bisekinin.

ANHA