Şêniyên Efrînê cenazeyên şehîd Brûsk û Zinar spartin axê

Cenazeyên du şervanên HRE'yê yên ku qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bibûn bi merasîmekî li goristana şehîdan a li navçeya Ehresê ya Şehbayê hatin veşartin.

Şêniyên Efrînê cenazeyên şehîd Brûsk û Zinar spartin axê
Şêniyên Efrînê cenazeyên şehîd Brûsk û Zinar spartin axê
Şêniyên Efrînê cenazeyên şehîd Brûsk û Zinar spartin axê
Şêniyên Efrînê cenazeyên şehîd Brûsk û Zinar spartin axê
Şêniyên Efrînê cenazeyên şehîd Brûsk û Zinar spartin axê
Şêniyên Efrînê cenazeyên şehîd Brûsk û Zinar spartin axê
Şêniyên Efrînê cenazeyên şehîd Brûsk û Zinar spartin axê
17 kanûn, 2020   15:16
ŞEHBA

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE), Mihemed Hebeş (Zinar Gabar) û Mistefa Mislim (Brûsk Şehba) bi merasîmekê girseyî li goristana şehîdan a li navçeya Ehresê ya Şehbayê hatin veşartin.

Şêniyan cenaze ji pêşiya Nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê wergirtin û bi karwaneke girseyî ber bi goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ve ketin rê.

Li goristanê deqeyek rêz hate girtin, piştre endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Rebîa Weqas axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan û tevahî şêniyên herêma Efrîn re xwest û da zanîn ku şehîd pêşengên civakê ne.

Dûvre endamê rêveber ê Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê Îmad Dawûd li ser kiryarên PDK’ê yên li hember şoreşa Rojava û sewqiyetên wê yên leşkerî li ser sînorê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de axivî û wiha got: "Ev kiryar dikevin xizmeta berjewendiya dewleta Tirk a dagirker."

Dawûd piştrast kir ku divê şêniyên Sûriyê hevgirtî bin, da ku planên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê têk bibin.

Piştre endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) a herêma Efrînê Zeyneb Ebdo wesîqeya şehîd Mihmed Hebeş bi zimanê Kurdî xwend û endamê KPC’ê yê Şehbayê Ebdo Ebdo wesîqeya şehîd Mistefa Mislim bi zimanê erebî xwend û her du wesîqe radest malbatên wan kirin.

Li dawiyê cenazeyên her du şehîdên Mistefa Mislim û Mihemed Hebeş tevî diruşmên sivlavkirina berxwedana Şehba û Efrînê spartin axê.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Wve8leoWCJM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>