​​​​​​​Dewreya Şehîd Mezlûm Herîrî bi dawî bû

Akademiya Şehîd Birûsk dewreya bi navê Şehîd Mezlûm Herîrî bi merasîmekê bi dawî kir.

​​​​​​​Dewreya Şehîd Mezlûm Herîrî bi dawî bû
​​​​​​​Dewreya Şehîd Mezlûm Herîrî bi dawî bû
​​​​​​​Dewreya Şehîd Mezlûm Herîrî bi dawî bû
​​​​​​​Dewreya Şehîd Mezlûm Herîrî bi dawî bû
​​​​​​​Dewreya Şehîd Mezlûm Herîrî bi dawî bû
​​​​​​​Dewreya Şehîd Mezlûm Herîrî bi dawî bû
17 kanûn, 2020   14:24
CHESEKÊ

Akademiya Şehîd Birûsk a li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê, bi merasîmekê Dewreya Şehîd Mezlûm Herîrî ya ku 100 şervan tev lê bûbûn û 45 roj dewam kiriye, bi dawî kir.

Merasîm bi torenekê leşkerî ya şervanên ku tev li dewreyê bûne, dest pê kir. Piştre ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Sayil El-Zewbaî axivî û piştrast kir ku divê şervan perwerdeyên fikrî û leşkerî yên ku dîtine, di pratîkê de pêk bînin da ku şêniyan biparêzin.

El-Zewbaî got: “Divê hêzên leşkerî berpirsyariyên xwe ji bo parastina welêt bi cih bînin, nexasim herêmên ku rastî êrişên hovane yên çeteyên dewleta Tirk a dagirker tên.”

Birayê şehîd Mezlûm Herîrî, Îbrahîm El-Dexîl axivî û bang li şervanan kir ku şopdarên şehîdan bin. Her wiha bi boneya bidawîbûna dewreyê, şervan pîroz kirin.

Şervanan di dawiya merasîmê de sond xwar û sloganên dilsoziya bi şehîdan re berz kirin.

(şx)

ANHA