Jinên ciwan ên PYD'ê êrişên PDK'ê şermezar kirin

Jinên ciwanên ên PYD’ê diyar kir ku armanca êrişên PDK’ê ew e ku destkeftiyên gelê Kurd derbe bikin û şerê birakujiyê derxînin.

Jinên ciwan ên PYD'ê êrişên PDK'ê şermezar kirin
17 kanûn, 2020   14:44
HESEKÊ

Jinên ciwan ên Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) ên navçeyên Dirbêsiyê û Zirganê daxuyaniyek der barê êrişên PDK’ê yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de û armancên wê da.

Endama PYD’ê Newroz Hac Elî daxuyanî li Goristana Şehîd Rustem Cudî ya li gundê Berkevrê yê li rojavayê navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê, xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Em jinên ciwan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, êrişên PDK’ê û hêzên hevkarê wan ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medya û gundewarên girêdayî wê şermezar dikin.

Êrişên li dijî herêmên HPG’ê bi serkêşiya dewleta Tirk a dagirker in. Armanca wê jî pêkanîna şerê kurdî-kurdî, dagirkirina herêmê, derbekirina destkeftiyên gelê Kurd û mezinkirina aloziyên li Rojhilata Navîn e.

Em jinên ciwan dê asta têkoşîn û berxwedanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, heta binpêkirina tevahî planan, bilind bikin."

Daxuyanî bi diruşmên silavkirina berxwedana jinan û têkoşîna rêber Abdullan Ocalan bi dawî bû.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/gqgZF0NCgMk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>