QSD: Me ti êriş nebirin ser hêzên pêşmergeyan

QSD`ê îdiayên ku dibêjin hêzên wan êrişî hêzên PDK`ê kirine, derewand.

QSD: Me ti êriş nebirin ser hêzên pêşmergeyan
17 kanûn, 2020   14:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratî (QSD) daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir û tê de bûyera ku şeva 16`ê Kanûnê li nêzî herêma Sihêla ya di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojava de rû daye, şîrove kir.

Di daxuyaniya QSD`ê de wiha hate diyarkirin:

“Hêzên me êrişî hêzên Pêşmergeyan nekirin, em her tim rêzê ji serweriya Herêma Kurdistanê re digirin.

Di salên ku piştî destpêkirina operasyonên têkoşîna li dijî terora DAIŞ`ê de, li her du aliyên sînor di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Pêşmergeyan ên girêdayî hikumeta Herêma Kurdistanê de her tim makenîzmayeke koordîneya hevbeş hebû. Bi saya wê koordîneyê gelek astengî û pirsgirêkên ku li herêmên sînorî dihatin rûdan, hatin derbaskirin.

Bûyera ku şeva 16`ê Kanûnê li nêzî herêma Sihêla ya li ser sînorê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de rû daye, ne êrişek li dijî ti nuqteyên hêzên Pêşmergeyan ên girêdayî hikumeta Herêma Kurdistanê bû. Daxuyaniyên ku di çapemeniyê de hatine belavkirin, mijar ji rastî û rewşa ku rû daye mezintir kirin. Tiştê ku rû daye tenê kêmbûna koordîneya di navber hêzên ewlekariyê yên li her du aliyên sînor bû, ne wekî ku hate gotin ku êriş an destdirêjiya li dijî hêzên Pêşmergeyan û nuqteyan wan bû.

Hêzên Sûriya Demokratîk her tim rêz li hemberî serweriya hikumeta Herêma Kurdistanê û hêzên wê yên leşkerî li ser xaka wê, girtiye. Piştî koordîneya ji bo agirbestê di navbera komeke gerîlayan ku erkên xwe yên piştgiriya operasyonên têkoşîna li dijî DAIŞ`ê xilas kiribû û vedigeriya baregehên xwe, ew kom ji aliyê hêzên Pêşmergeyan ve hate dorpêçkirin. Li ser wê yekê şerekî demkurt di navbera her du aliyan de derket, wê demê hin aliyên peywendiyê yên girêdayî me destwerdan kirin da ku wê şerî bisekinîn û bi aliyê din re koordîne bikin da ku koma gerîla bi ewlehî vegera baregehên xwe.

Em Hêzên Sûriya Demokatîk di wê baweriyê de ne ku xurtkirina koordîneyê di navbera herdu aliyên sînor de pêwîstî û mîsogeriya tekane ye da ku di pêşerojê de têgihiştineke nebaş çênebe, ev koordîne dikeve xizmeta berjewendiyên hevpar û xebatên ewlehî û aramiya sînor."

(cx)

ANHA