Li Reqayê jinên ciwan sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar kirin

Meclisa Ciwanan û jinên ciwan li Reqayê ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê herêmê û bi taybet jinan, xwepêşandanek li dar xist.

Li Reqayê jinên ciwan sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar kirin
17 kanûn, 2020   13:39
REQA

Bi sedan şêniyên Reqayê, endamên saziyên sivîl û Ciwanên Reqayê derketin xwepêşandanê. Şênî li Çerxerêya Saetê kom bûn û ber bi Çerxerêya El-Neîm ve çûn, her wiha wêneyên şehîdan û pankartên "Ji dagirkeriya Tirk re na" û "Ji destdirêjî û şîdeta li dijî jinan re na" hildan.

Li Çerxerêya El-Neîm piştî rêzgirtinê bi navê Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê Beraa El-Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi navê jinên ciwan li Reqayê û gundên wê, şer û zext û şîdeta li ser jinan, bi taybet li herêmên dagirkirî, şermezar dikin.

Di daxuyaniyê de bang li hemû jinên cîhanê hate kirin ku bibin yek û li hemberî sûcên hovane yên ku Erdogan li dijî jin û zarokan pêk tîne, bisekinin.

Mîtîng bi berzkirina sloganên ku berxwedana jinan silav dikin û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/4RdVbVa6ro0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>