Şaredariya Hecînê hemleya dezenfektekirina malan didomîne

Şaredariya Gel a bajarokê Hecînê hemleya dezenfektekirina malan ku beriya du rojan ragihandibû, didomîne.

Şaredariya Hecînê hemleya dezenfektekirina malan didomîne
17 kanûn, 2020   13:31
DÊRAZOR

Meclisên herêmî yên gundewarên rojhilat, Komîteya Perwerdeyê ya Dêrazorê û Ciwanên Dêrazorê tev li hemleyê bûn. Ji vê hemleyê armanc dikin ku malên li xeta rojhilatê Ebû Hemam heta Baxozê dezenfekte bikin. Hemle heta denzenfektekirina tevahiya malan berdewam e û tê payîn ku di hefteyekê de bi dawî bibe.

Berpirsên hemleyê armanc dikin ku rê li pêşiya nexweşiya laşmanyayê jî bigirin. Ev nexweşî di vê dawiyê de li herêmê belav bûye. Hemle bi hevkariya Komîteya Tenduristiyê ya Dêrazorê bi rê ve diçe. Komîteya Tenduristiyê bi awayekî asayî hemleyên aşlekirinê li dijî laşmanyayê li gundewarên rojhilatê Dêrazorê dide meşandin.

Şaredariya Gel a bajarokê Hecînê di dema qedexeya derketinê ya giştî de ya ku ji 5`ê Kanûnê heta 10 rojan hatibû ragihandin, saziyên giştî û kolan dezenfekte kirin.

(şx)

ANHA