Yekitiya Mamosteyan kargeheke dirûtinê vekir

Yekitiya Mamosteyan a Kantona Qamişlo bi armanca xurtkirina aboriyê û peydakirina derfetên kar, kargeheke dirûtinê ji mamosteyan re vekir.

Yekitiya Mamosteyan kargeheke dirûtinê vekir
17 kanûn, 2020   12:59
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÎ

Yekitiya Mamosteyan a Kantona Qamişloyê bi armanca xurtkirina aboriyê û peydakirina derfetên kar, kargeheke dirûtinê li taxa Qidûrbeg a Qamişloyê vekir.

/kr/uploads/files/2020/12/17/130411_qam-vekirina-kargeha-dirutine-li-bajare-qamislo-17-12-2020-3.webp

Kargeh bi bi şahiyekê û bi beşdarbûna endamên Rêveberiyên Yekitiya Mamosteyan a Herêma Cizîrê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û saziyên perwerdeyê yên Qamişloyê hat vekirin.

/kr/uploads/files/2020/12/17/130144_diyar-silman.webp

Endamê Yekitiya Mamosteyan  Diyar Silêman da zanîn ku ev salek e ku li ser vekirina kargehê dixebitin. Silêman wiha got: "Ev kargeh bi armanca xurtkirina aboriya mamosteyan hatiye vekirin ku mamoste bikarin cihê xwe tê de bigirin û bixebitin, wê kargeh li gorî pêwîstiya sûka kantona Qamişloyê kar bike, nav hatine tomarkirin lê hîn nehatine hilbijartin."

Her wiha Silêman diyar kir ku mamoste wê piştî dewama dibistanan werin kargehê û bixebitin.

ANHA