PYD: Siyasetên PDK`ê xetereyê li ser pêşeroja gelê me çêdikin

Şaxê PYD`ê yê Lubnanê destnîşan kir ku PDK bi rêya hemleyên xwe yên çapemeniyê hewl dide êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî tevgera azadiyê rewa nîşan bide û diyar kir ku “Siyasetên PDK`ê xetereyê li ser pêşeroja gelê me çêdikin.”

PYD: Siyasetên PDK`ê xetereyê li ser pêşeroja gelê me çêdikin
17 kanûn, 2020   13:01
BEYRÛT

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Lubnanê êrişa PDK`ê ya li dijî nuqteyên Hêzên Parastina Gel (HPG) li herêma Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê, şermezar kirin.

Girêdayî mijarê PDY`ê li paytexta Lubnanê Beyrûtê daxuyaniyek da. Endama PYD`ê Lava Bekir daxuyanî xwend û tê de wiha hate gotin: “Dezgehên çapemeniyê yên PDK`ê di demên dawîn de nûçeyên antîpropagandayê û nûçeyên derew belav kirin û pêşkêşî sefaretxane û konsolxaneyên navneteweyî yên li Başûrê Kurdistanê û Bexdayê kirin. Bi vê yekê hewl dan ku aliyên navneteweyî li dijî tevgera me rakin. Ji lew re divê welatên biyanî bizanin ku daxuyaniyên ji bo wan hatine pêşkêşkirin, li gorî agahiyên derew ên ji aliyê PDK`ê û dewleta Tirk ve ne û zirarê didin yekitiya kurdî û îstiqrara herêmê.”

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku PDK bi vê hemleya çapemeniyê hewl dide êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî tevgera azadiyê rewa bike û hate gotin: “Ew behaneyan derdixin, rastiyan berevajî dikin û agahiyên nerast parve dikin. Êrişa li dijî hêzên HPG`ê ya li herêma Amêdiyê jî parçeyekî vê planê ye û ew hewldanên ji bo destpêkirina êrişeke berfireh amade dikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi van îdiayan siyasetên dewleta Tirk a dagirker ku qirkirina gelê Kurd armanc dikin, rewa tê nîşandan û xetereyeke mezin li ser pêşeroja gelê Kurd tê avakirin.

(cx)

ANHA